Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir 2017-11-24 10:59:33 AMED - 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê, ji ber hevseroka DBP'a Mûşê yê berê bi kurdî parastin kir, bi îdîaya "mafê parastinê xerab bikar anîye" cezayê wê kêm nekir.  Hevseroka DBP'ê yê Mûşê Nûrsel Yigît ku di 2015'an de li Mûşê hevserokatiya DBP'ê kir, bi sedema tev li meş û xwepêşandanan bûbû di 14'ê Kanûna 2016’an de hatbû girtin. Dozgerê Komarê yê Mûşê der barê Yîgît a li Girtîgeha Tarsûsê girtî ye bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" ji 8.5 salan heta 20 salan ceza xwest. Doz li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat ditîn. Yîgît xwest bi zimanê zikmakî Erebî parastinê bike. Lê Heyeda dadgehê bi sedema tercûman tune ye daxwaza Yîgît red kir. Yigît piştre di rûniştina yekemîn a dozê de xwest bi kurdî parastinê bike, lê bi sedema ku wergêr tune neçar ma bi tirkî parastina xwe bike. Yîgît ku li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Estîtuya Zimanên Dijîn perwerdehiya lisansê qedand, di 26'ê Îlonê de karîbî bi kurdî parastin bike. Yigit parastin kir û beraeta xwe xwest. Lê heyeta dadgehê bi 2 sucdariyên cuda der barê Yigît de bi giştî 10 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê xwest.    DÊ 21 SAL ZÊDE GIRTÎ BIMÎNE   CMK, li gorî xala  202'an di sala 2013'an de bi sedema bêtir karibe parastina xwe baş bike mafê parastina zimanê zikmakî dabû. Lê tevî ku Yîgît mafê xwe yê zagonê daye wê pêk anî jî heyeta dadgehê bi hinceta “Bersûc di pêngava darizandinê de tevî ku bi tirkî zanibû jî mafê parastinê xerab bikar anîye xwestiye bi zimanên cuda parastinê bike. Ji ber vê yekê heyeta dadgehê mijûl kiriye li gorî xala TCK’ê ya 62/1 cihê kêmkirina ceza tune". Heyetê bi vê yekê 21 meh cezayê ku li Yîgît bê daxistin kêm nekir û Yîgît dê 21 mehan zêde girtî bimîne.    Parêzerê Yîgît Şeyhmus Bayhan, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku ev skandala hiqûqê ye. Prz. Bayhan, biryara dadgehê îtîraz kir û wiha got: "Ji ber bersûc parastina kurdî kiriye ceza wê kêm nekiriye. Ev li dijî hiqûqê ye. Muwekîla min ji destpêkê heta dawî xwest bi kurdî parastinê bike. Lê ji ber nekaribû bi kurdî parastinê bike li şûna parastina xwe bike bersîve daye mutalaayê. Dîsa xala 202'an a CMK'ê ev mafê parastinê daye. Bi vê yekê mafê wê yê parastinê hatiye îhlalkirin." Bayhan, biryara dadgehê îtîraz kir.      MA / Deniz Tekin