Li bendê ye Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak sewqî dozgeriyê bikin 2019-08-05 11:28:07   MÊRDÎN – Polîsan duh êvarî Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Tê payin ku Eylem Amak piştî nîvro sewqî dozgeriye bikin.    Polîsan duh êvarî Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Eylem Amak di ketina Mêrdînê de rawestandin û binçav kirin. Amak di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrdînê ya di 24'ê Tîrmehê de dabû destpêkirin binçav kirin. Amak dema ji Konferansa Navendî ya HDP'ê ku li Amedê pêk hat vedigeriya li ketina Mêrdînê hat binçavkirin. Amak, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Şevê din îfadeya Amak hat girtin û tê payin ku piştî nîvro sewqî serdozgeriyê ya Mêrdînê bikin.