Parlementera HDP’ê Beştaş: Tecrît bi biryara şer ve girêdayî ye 2019-08-05 09:48:19 AMED - Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hevsengiya di navbera pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsigêka Kurd û got: "Tecrîd, bi temamî bi biryara şer ve girêdayî ye."   Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir de û li hemû girtîgehên welat belav bû, piştî 8 salan Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2’yê Gulanê de çûn hevdîtina muwekîlê xwe. Parêzer dûre di 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê bi giştî 4 caran çûn hevdîtina Ocalan. Lê piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, hemû daxwazên hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên cuda hatin redkirin.    ‘BÊHIQÛQIYA LI DIJÎ OCALAN DEWAM DIKE’     Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, tecrîda girankirî ya li ser Gireva Îmralê, redkirina serlêdanên parêzeran û pirsgirêka Kurd nirxandin. Beştaş, diyar kir ku piştî 18’ê Hezîranê dîsa tecrîda girankirî ya li ser Gireva Îmraliyê kirin dewrê û wiha axivî: “Hevdîtin dîsa nayin kirin, nêzîkatiyek keyfî li holê ye û dîsan bêhiqûqî kirin dewrê. Tu eleqeya hincetên redkirina serlêdanan, bi cezayan ve nîne. Bi salane em vê dijî. Ji salên 1999’an ve hemû kongektur û desthildariyên siyasî li gorî armancên xwe nêz dibin. Ji ber vê bêhiqûqiya li dijî Birêz Ocalan her dewam dike.”    ‘MAFÊ HEVDITINÊ JI HOLÊ NAYÊ RAKIRIN’   Beştaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ew mafê Ocalan ê hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwer re bike heye. Nabe ku vî mafî bi hincetên siyasî ji holê rabikin. Li gorî keyfa desthilatdariyê û dengeyên navneteweyî ev bêhiqûqî dewam dike. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul derbarê qedexeya hevdîtinê ya Girava ÎmraliyÊ de di 16’ê Gulanê de daxuyanî da bû û gotibû ‘biryarên qedexekirinê yên hevdîtinê hatine rakirkin û derfetên hevdîtinê hatine dayîn.’ Lê niha ew bi xwe xwe înkar û red dikin. Va ye dîsan tecrîd heye. Çima Wezîrê Dadê tiştekê nabêje. Bi vê carek din derket holê ku ew bi xwe ne azadin û nikarin bi serê xwe biryar bidin. Gelo piştî daxuyaniya Wezareta Dadê, emê  niha vê rewşê li ku derê bi cih bikin?”   ‘TECRÎD BI BERJEWENDIYÊN SIYASÎ NAYÊ ÎZAH KIRIN’   Beştaş, anî ziman ku pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan, bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û wiha bilêv kir: “Berî deh salan jî me tiştên îro digotin. Hûn nikarin bi vî awayî Birêz Ocalan teslîm bigirin. Hûnê nekarin bi tecrîda li ser Ocalan gelê Kurd teslîm bigirin. Hûn nikarin daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê pişt guh bikin. Tecrîd bi berjewendiyên siyasî teqez nayê îzah kirin.”    ‘OCALAN DIKARE HEMÛ PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER BIKE’   Beştaş, dest nîşan kir ku siyaseta rageşiyê ya hikumetê, nikare demokrasiya Tirkiyeyê pêş bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hûn nikarin daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd ji nedîtî ve bên. Îro Tirkiyeyê di qada navneweyî de xitimiye û pirsgirêka herî bingehîn a winda dike jî eve. Yê ku karibe vê çareser bike Birêz Ocalane. Tenê Ocalan dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bê rakirin û dest ji vê bêhiqûqiyê bê berdan.”   MA – Ozgur Paksoy - Aydin Atay