ÎHD'ê ji DMME'ê xwest ku biryar ji bo hemû girdiyan derbasdar be 2019-08-05 09:04:42   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwest DMME ne tenê ji bo kesên li DGM'ê hatine darizandin, ji bo hemû girtiyan biryar bide û hemû girtî wekhev bên darizandin. Yolerî, ani ziman ku ji bo rêgeza wekheviyê têkeve meriyetê wê kampanyayê bidin destpêkirin û xwest hemû malbatên girtiyan serî li Şaxa ÎHD'ê bidin.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryar da ku kesên li Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatine darizandin 'Bi awayekî adîl nehatine darizanin' û xwest ji nûve bên darizandin.  Piştî biryara DMME'ê ya ji bo darizandina DGM'ê rêya berdanê li pêş gelek girtiyan hat vekirin. Heta niha hin girti hatin berdan. Lê gelek girtî ji hêj der barê dosya wan de tu guhertin tune ye. Hiqûqnasan û malbatên girtiyan xwest DMME li gorî rêgaza wekheviya darizandinê tev bigere û hemû girtî ji vê darizandina nû sûdê bigirin.    ‘BIRYARA JI BO ALTUN BIRYAREK MÎNAK E'    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2006’an de ji bo Abdullah Altun ê piştî biryara “Mafê darizandinê yê serbixwe û bê alî li dadgehê hatiye îhlalkirin" 13 sal şûnde di 19'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê hat berdan, mînak e û wiha got: "Hikûka navxweşî ya Tirkiye demek dirêj e biryarên DMME'ê li ber çavan nagire. Piştre got li AYM û DGM’ê 'Endamê eskeriyê peywir dikirin' wekî zerardayîna darizandina serbixwe qebûl kir. Divê rêgeza wekheviyê li ber çavan bê girtin. Piştî Abdullah Altun bi biryarê hat berdan, divê girtiyên din jî ji nûve bên darizandin. Divê înfaza girtiyan bê rawestandin û girtî bên berdan. Li ser vê yekê daxwaz pir zêde ne. Di biryarê de rêgeza darizandina wekheviyê esas nayê girtin. Divê ev rêgeza wekheviyê esas bê girtin. Ev biryar ewil wekî biryara Altun hat ragihandin. Lê em dizanin li ser vê biryarê gelek endanên rêxistina Hizbullahê serbest hatin berdan. Em dizanin bêyî biryara AYM an jî DMME bi daxwaznameyên hêsan ev biryar tên dayîn. Mixabin dema vê biryarê didin bi taybetî der barê Kurdan de, an jî der barê girtiyên PKK  û sosyalistan de pirsgirêkên mezin derketin. Dadgehên ku endamên Hizbullahê serbest berdan, teqez rêgeza wekheviyê de tev nagere.    ÎHD DEST BI KAMPANYAYÊ DIKE   Yolerî, anî ziman ku heta niha nêzî 500 endamên Hizbullahê serbest hatine berdan û wiha got: "Li aliyê din tenê 8 girtiyên Kurd hatine berdan. Em dibînin ku cudakarî û newekheviyek heye. Ji bo vê newekheviyê gelek kes tên serî li komeleya me didin. Piştî serlêdanên zede em wekî ÎHD dê kampanyayekê bidin destpêkirin. Dema em vê kampanyayê bidin destpêkirin emê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo kampanya çalak pêk bê û encam bistîne, divê hemû malbatên girtiyan serî li komeleyê bidin û beşdarî kampanyayê bibin. Ev serlêdanên malbatan gelek girîng in. Girtî jî dikarin bi rêya nameyan xwe bigînin me. Ji bo ve yekê jî divê demek berî demekê malbat serî li komeleyê bidin. "   Birayê Nîhat Bertan ê 26 salin girtî ye Nîzamettîn Bertan jî rewşa Nîhat anî ziman û wiha got: "Tevî biryara DMME'ê û AYM'ê dîsa Nîhat Bertan ê li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tekîrdagê girti ye û 26 salin di girtîgehê de ye nehat berdan.    Birayê Nihat Nizamettin Bertan, anî ziman ku dema yekem car birayê wî hat girtin 29 rojan di bin çavan de ma û rastî îşkenceyê hat û wiha got: "Dema şandin girtîgehê dayik û bavê min çûn ditina wî û ew li girtîgehê ewil ew nas nekirin. Beyî delîl tenê liser rapora îstîxbaratê girtin û rastî cezayê muebetê hat. Niha bi hezaran mirov bi vî rengî girtî ne. Divê hemû girtiyên din jî ji vê biryarê sûdê biigirin û bên berdan."   MA / Naci Kaya