ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-05 09:00:08   * Rêveberê kampanya "Em Hemû Penaber in, Ji Nijadperestiyê Re Na" Sîbel Erdûman, li dijî biryara 'Koçberên li dervê qeydan wê bên dersînorkirin" bertekên xwe anîn ziman û got: "Piştî niqaşên 'Korîdora ewlehiyê' ev yek derket pêş. Tirkiye koçberan ji bo xwe dike keys. Em destûr nadin ku koçberan bikin keys û ji bo berjewendiyên xwe biparêzin. Em neçar in koçberan têxin bin parastinê."    * Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwest DMME ne tenê ji bo kesên li DGM'ê hatine darizandin, ji bo hemû girtiyan biryar bide û hemû girtî wekhev bên darizandin. Yolerî, ani ziman ku ji bo rêgeza wekheviyê têkeve meriyetê wê kampanyayê bidin destpêkirin û xwest hemû malbatên girtiyan serî li Şaxa ÎHD'ê bidin.    * Pîlotê teqawîd Bahadir Altan, têkildarî daxwaza hikûmeta Tirkiye ya ku dixwaze li nava axa Sûriye 30 kîlometre "Herêma Ewle" ava bike nirxandin kir û got: "Ger ku hûn dixwazin ketin û derketina sînor têxin bin kontrola xwe, divê hûn vê yekê li ser axa xwe  pêk bînin. Lê ger ku hûn kontrola ketin û derketinê 30 kîlometre li nava axa welatekî din pêk bînin ev dagirkerî ye."    * Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Tecrîd, bi biryara şer ve girêdayî ye."    * Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li 9 kesên bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdê 58 saniyeyan rê li trafîkê girt, doz vekir.    * Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, bal kişand ser astengiyên li pêş daxuyanî, xwepêşandan û çalakiyên sivîl û wiha got: "Çalakiyên sivîl, daxuyanî û xwepêşdanên civakî ne girêdayî destûrê ne. Li dijî astengiyan rêya darazê vekirî ye."    * Tirkiye di nava welatê cîhanê de di rêza 2'emîn welatê cîhanê yê herî zêde hilberîna petêxan dike ye. Tirkiye salê 1.8 milyon ton çandiniya petêxan dike. Li Tirkiye herî zêde li Edeneyê çandiniya petêxan tê kirin. Lê li aliyê din qîmeta petêx kêm dibe û rençber naxwazin zêde petexên biçînin. Li gorî rapora Odeya Endezyaran di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn, di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn. Di nava 16 salên serdema AKP'ê de qîmeta petêx kêm bûye û mazot zêde bûye.