1'emîn Konferansa Rêxistinî ya HDP'ê bi dawî bû 2019-08-04 20:52:29   AMED - 1'emîn Konferansa Rêxistinî ya HDP’ê ku li ser modela rêxistinbûnê niqaş kirin piştî niqaşên 2 rojan bi dawî bû.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şîara “Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, Em Tirkiyeyê demokratîk bikin" li 40 bajaran û 7 herêman konferansa rêxistinbûnê li dar xist. Piştî civîn û konferansên bajar û herêman di 3'ê tebaxê de 1'emîn Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî ya HDP'ê li Salona Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Konferans piştî niqaşên 2 rojan ên li ser modela rêxistinbûnê îro di saetên êvarî de bi dawî bû. Di konferansê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û hemû pêkhatiyên HDP’ê bi giştî nêzî 800 delege amade bûn. HDP'ê di nava 2 rojan de pirsgirêkên rêxistinî niqaş kirin û li ser çareseriyê û modela nû niqaş kirin.  HDP, wê encama konferanê bi danezanekê bi raya giştî re parve bike.