Cenazeyê zilamekî yê bi dîrek ve darvekirî hat dîtin 2019-08-04 18:38:05   WAN – Li Gundê Kakikoy ê Navçeya Serayê cenazeyê zilamekî yê bi dîrek ve darvekirî hat dîtin.      Li Gundê Kapikoy ê Navçeya Serayê ya Wanê ku li ser sînor e cenazeyê zilamekî bi dîrekê ceyranê ve darvekirî hat dîtin. Nasnameya zilam nehat tezpîtkirin. Welatiyên ku saet di 14.30'an de cenaze dîtin, li polîs geriyan û agahî dan polîsan. Piştre yekineyên cendirmeyan hatin cihê bûyerê û bi ambulansê cenazeyê zilam ji dîrek daxistin û birin morgê. Welatiyên ku nasname zilam kişf nekirin, diyar kirin ku dibe întîhar kiribe. Têkildarî mijarê lêpirsîn hat destpêkirin.