Zarokên di Çemê Mûradê de fetisîn li tenişta hev defin kirin 2019-08-04 18:31:25   MÛŞ - 4 zarokên ku di Çemê Mûradê de fetisîn, cenazeyên wan li tenişta hev defin kirin.    Duh li Gundê Beşçatak yê Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê, mele şagirtên Kursa Kuranê biribûn seyranê. Zarokên ku çûbûn seyranê ketibûn Çemê Mûradê. Ji zarokên ketin çem, Muhammet Demir (12), Îlhami Demirbîlek (11), Rohat Burukanli (12) û Tamer Guven (10) di avê de fetisîbûn. Cenazeyê wan serê sibê anîn gund. Malbatan cenazeyên 4 zarokan li Goristana gund li tenişta hev di nava hêsirên çavan de defin kirin. Zarokê ku rizgarkirin Boran Yildirim jî li Nexweşxaneya Dewletêya Mûşê tê dermankirin.