‘Gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikûşe?’ 2019-08-04 13:14:55 STENBOL - Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci, bertek nîşanî biryara nepeniyê ya danîn ser dosya Vedat Ekîncî yê hat kuştin da û got: “Çi ciha ku biryara nepenî ji bo wê hatibe dayîn, li wê derê sûcê dewletê heye.” Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî, bertek nîşanî daxuyaniya Walîtaiya Colemêrgê ya “Qedera erdnîgarî” da û got: “Gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikuje?” Li gundê Çemê Kûrk a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, leşkeran gule li gundiyên ku bi bazara ser sînor re mijûl dibin reşandibû û Vedat Ekîncî ê 14 salî kuştibûn û gundiyek jî birîndar bibû. Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina Ekîncî daxuyanî da bû û gotibû Vedat Ekincî bi guleya eskeran a pekiyaye ji yana xwe ji dest daye. Waliyê Colemêrgê di serdana malbatê de jî gotibû “Qedera erdnîgariyê ye.” Ev daxuyaniyên walîtiyê rastî bertekên tund hatin. Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncan bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê da û got: “Çi ciha ku biryara nepenî ji bo wê hatibe dayîn, li wê derê sûcê dewletê heye.” Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî, da zanîn ku gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikuje?   ‘MAFÊ JIYANÊ BINPÊ KIRINE’   Fîncanci, diyar kir ku ew tim bûnê şahide komkujî û yek bi yek kuştinên mirovan ên li welat û wiha axivî: “Mixabin, ji ber ku sûcên wiha tim bê ceza dimînin, heman sûc xwe dûbare dikin. Li ser vê erdnîgariyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Mafê jiyana mirovan hatiye binpêkirin. Ji bo ku carek din bûyerên wiha ne qewimin, dê berpirsiyar demildest bên dîtin û bên ceza kirin.”    ‘DIVÊ HESAP BÊ PIRSÎN’   Fincanci, bal kişand ser komkujiya Roboskî û wiha got: “Gulebarandin li ser Vedat Ekîncî û yên pêre, dewama Komkujiya Roboskî ye. Çawan ku komkujiya Roboskî pêk hat, bûyerên li Cizîr û Sûrê qewimîn, li Giyadinê zarok hatin kuştin û bersûcên hemûyan nehatin cezakirin, Vedat Ekîncî jî bi vî awayî hat qetilkirin. Piştî mirov hatin gulebaran kirin jî, xizmeta tenduristiyê ji bo wan nehatiye kirin. Bi vê ne carekê du caran mafê mirovan hatiye binpêkirin. Hîna duh li Cizîrê hempîşeyeke me bi hinceta ‘dermankirina mirovan’ hat binçavkirin. Ev nêzîkatiyên wiha tu carî nayin qebûl kirin. Divê hesabê binpêkirinên mafên jiyanê bên pirsîn.”   ‘BI BIRYARÊN NEPEN DIXWAZIN SER SÛCÊN XWE BIGIRIN’   Fincanci, bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê jî da û wiha bilêv kir: “Divê berpirsiyar bên dîtin û darizandin. Ji bo vê jî çi destê me were emê bikin. Bi biryarên nepen ên dosyeyan û qedexeyên weşanê hewl didin sûcên xwe veşêrin û ser bigirin. Li gorî min li ku derê biryara nepen ji bo wê hatibe dayîn, li wê derê sûcê dewletê heye û dixwazin wisan bi ser sûcên xwe bigirin.”   ‘GELO ÇİMA QEDERA VÊ ERDNÎGARİYÊ TİM CİWANÊN KURD DİKUJE?’   Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî, diyar kir ku heya roja îro bi sedan ciwanên neçarin ku bazirganiya sînor bikin, bi vî awayî hatine kuştin û wiha axivî: “Bi karê bazirganiyê debara xwe dikin. Di kontrola leşkeran de diçin û tên. Hemû tişt tê zanîn. Ji ber vê yekê ev îhmalkariye û ne mimkûne ku qeza be. Walîtiya Colemêrgê duh gotibû ku ‘Qedera erdnigariyê ye.’ Gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikuje? Divê ji bo vê daxuyanî bide. Mixabin piştî vê daxuyaniya walîtiyê dozger ji bo dosyayê biryara nepen dide. Bi vê dixwazin sûcdaran veşêrên û wan biparêzin.”   ‘HEYA KU NEYÊ RONÎKIRIN HEMÛ MIRIN DÊ DEWAMA ROBOSKÎ BIN’   Tanrıkûlû, da zanîn ku heya kuştinê li bajarên Kurdan tên jiyîn neyîn ronîkirin, dê her mirin dewama komkujiya Roboskî bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serokkomar Erdogan ji bo Roboskî gotibû, ‘Ew ê di korîdorên tarî yên Enqerê de winda nebe.’ Lê bi fermana wî bi xwe, dosya di korîdorên tarî yên Enqerê de hat winda kirin. Wisan xuya dike ku dê ser vê bûyerê jî bigirin û faîlan biparêzin.”