Rêveberiya YYU'yê li dijî biryara AYM'ê derket 2019-08-04 12:45:11   WAN - Rêveberiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, li dijî biryara Dadgeha Makeqanûnê ya der barê serlêdana tekakesî ya 10 akademîsyenên îmze avêtin bin metnê "Înîsiyatifa Akademîsyenan a Ji Bo Aşityê" daxuyanî da.    Dadgeha Makeqanûnê, der barê serlêdana tekakesî ya 10 akademîsyenên îmze avêtin bin metnê "Înîsiyatifa Akedemîsyenan a Ji Bo Aştiyê" biryara "Îhlala Maf" dabû. Rêveberiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê têkildarî biryara Dadgeha Makeqanûnê daxuyanî da. Rêveberiya Zanîngehê di daxuyaniyê de wiha got: "Di çarçoveya azadiya ramanê û mafê ku ramana xwe azad bîne ziman de; bi çi sedemê dibe bila bibe nayê qebûlkirin ku propaganda nûnerên terorê bikin. Ji ber ve yekê daxuyaniyên ku dewleta xwe tawanbar bike wekî azadiya ramanê nayê nirxandin. Ev sînorê rexneyê yê li dijî têkoşîna rewa ya Dewleta Komarê ya Tirkiye derbas dike. Em wekî rêveberiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê li dijî van gavan in."