'Cînayetên li ser sînor encama polîtîkayên şer in' 2019-08-04 10:55:13   AMED - Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç, bal kişand ser cînayetên ciwanên kurd ên li ser sînor û diyar kir ku cînayetên li ser sînor encama polîtîkayê şer in.  Koç, anî ziman ku hikûmet li hemberî kuştina ciwanên kurd ên li ser sînor bêdeng dimîne û got: "Kurd rastî înfaza bê daraz tên."    Di 2'ê Tebaxê de eskerên Îranê li ser sînorê Bazîdê gule li bazirganên ciwan ên Kurd reşandin û Haşam Tilaver kuştin. Di 1'ê Tebaxê de jî eskerên TSK'ê li Bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê gule li bazarganan reşandin û Vedat Ekincî yê 14 salî kuştin. Têkildarî kuştina ciwanên kurd a li ser sînor Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku li dijî kurdan înfaza bê daraz heye. Koç, diyar kir ku bêyî Haşem Tilaver hişyar bikin kuştine û wiha got: "Ev komkujî ye. Li dijî mafên mirovan a Navneteweyî ye. Ev welatiyên Tirkiye ne û divê hikûmet vê yekê lêpirsîn û lêkolîn bike. Koç, anî ziman ku hêj cenazeyê Tilaver ê ku eskerên Îranê ew kuştine negirtine û wiha got: "Malbatên 4 kesan li Îranê ne û em agahiyê ji wan nagirin. Wezareta Karên Derve li hemberî kuştina Tilaver hêj bêdeng e. Têkildarî vê mijarê der barê Îranê de veto daye? Tu lêpirsîn dane destpêkirin? Wezareta Dadê vê yekê lêkolîn dike? Divê ev bi raya giştî re bê parvekirin."   Koç, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmetê betalî zêde dibe û mirovan bi birçîbûnê terbiye dikin û wiha lê zêde kir. "Malbatên li ser sînor bûne du perçe. Beşek li vî alî û beşek li aliyê din ê sînor e. Malbata min jî beşek li milê din ê sînor e. Divê wezareta Karên Derve bi lez têkeve nava tevgerê. Yên hatine kuştin welatiyên Tirkiye ne." Koç bal kişand ser kuştina Vedat Ekincî yê 14 salî ku eskerên TSK'e li ser sinorê Rûbarokê kuşt jî û wiha bi dawî kir: "Ev encama polîtîkayên şer in. Ev encama polîtîkayên înkarkirina Kurdan e. Kurdan tune dihesibînin. Mirin encama politîkayên hikûmetê yên şer in. Waliyê Colemêrgê Îdris Akbiyik têkildarî kuştina Ekinci got 'Ev qedera vê axê ye' Lê em jî dibêjin ev ne qeder e. Ev zarok li ser axa xwe dijî. Qedera vê axê jiyana hevpar û bi hevre ye. Mafê jiyanê yê mirovî ye."