4 zarokên ketin çemê Muradê fetisîn û 2 zarok jî winda ne 2019-08-03 20:22:34   MÛŞ – Xwendekarên Kursa Kuranê yên çûn seyranê û ketin ava Çemê Mûradê, 4 zarok jê ber bi pêlên avê çûn û fesitîn, 2 zarok jî winda ne.    Li Gundê Beşçatak ê Navçeya Milazgirtê ya Mûşê, xwendekarên Kursa Kuranê yên çûn pîknîkê û ketin ava Çemê Mûradê, 4 zarok jê ber bi pêlê avê ketin û fetisîn. 2 zarokên ber bi pêlan ketin jî hêj cenazeyê wan nehatiye dîtin û winda ne. Yekîneyên AFAD'ê ji bo cenazeyên 2 zarokên di avê de winda bûn bibînin dest bi lêgerînê kirin. Meleyê Kursê 40 zarokên kursa kuranê birin pîknîkê. Hin zarok ji bo hênik bibin ketin avê. Ji zarokên ketin avê 3 ji wan bi ber pêlan ketin û li cihê bûyerê fetisîn. Zarokek jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Yekîneyên AFAD'ê yên hatin cihê bûyerê, ji bo 2 zarokên di nava pêlên avê de winda bûn bibîne dest bi lêgerînêkirin. Di bûyerê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest da, lê nayê zanîn ku çend zarok winda ne Lêgerîna zarokan didome.