'Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan' 2019-08-03 16:10:48   STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 384'emîn a Rûniştina F'yê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çelebî Çalan û xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza berdana girtiyên nexweş di hefteya 384'emîn de xwest li Qada Galatasarayê  çalakiya xwe ya Rûniştina F'yê pêk bîne. Lê polisan çalakiyê asteng kir û destûr neda ku li qadê çalakî bê lidarxistin. Li ser vê yekê komîsyonê çalakiya xwe li ber derê avahiya şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li dar xist. Di çalakiya ku hat xwestin girtiyên nexweş bên berdan de wêneyên girtiyên nexweş û pankartên li ser wan nivîsên "Mafê tedawiyê nikare bê astengkirin" û "Bila girtiyê nexweş Mehmet Çelebî Çalan bê berdan" nivîsandî hatin vekirin. Di çalakiyê de komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çelebî Çalan ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Sîncanê girtî ye.    Li ser navê komîsyonê endamê komîsyonê Mehmet Acetîn daxuyanî da û diyar kir ku şert û mercên tecrîdê tenduristiya girtiyan xera dike û ji ber van şert û mercên nebaş gelek girtî jiyana xwe ji dest didin. Acetîn da zanîn ku gelek nexweşiyên Çalan hene û wiha got: "Li gel ku ji bijîjkên girtîgehê daxwaz dike ku sewqî nexweşxaneyê bê kirin jî nayê sewqkirin. Ji ber vê yekê her ku diçe rewşa Çalan nexweştir dibe.." Acetîn di berdewamê de anî ziman ku ew weke komîsyon û parastvanên mafên mirovan daxwaz dikin ku rayedarên dewletê li girtîgehan azadî û mafê mirovan ji xwe re esas bigirin û ev tiş got: "Divê helwesta paşguhkirina girtiyên nexweş bê terkkirin û girtî bên dermankirin û girtiyên nexweş ên mîna Çalan jî rojek zûtir bên berdan."   Daxuyanî bi dîruşmên ku hatin berzkirin bi dawî bû.