KCD’ê Komxebata Tenduristiyê li dar xist 2019-08-03 15:23:48 AMED - Hevseroka KCD’ê Leyal Guven di Komxebata Demokrasî û Tenduristî ya Herêmê de axivî û got: “Ji ber şerê li herêmê, mirov nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê.”    Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li avahiy a Şaxa Hejemara 1’emîna a Egîtim Senê Komxebata Demokrasî û Tenduristî ya Herêmê li dar xist. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, Endamê Konseya Navenda Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, Sekretara Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy û gelek kes beşdarî komxebatê bûn.      ‘MIROV NIKARN XWE BIGIHÎNIN XIZMETKARIYA TENDURISTIYÊ’   Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz moderatoriya komxebatê kir. Hevseroka KCD’ê Leyal Guven axaftina vekirinê ya komxebatê kir û wiha got: “Ji ber şerê li herêmê rû dide, mirov nikarin xwe bigihînin xizmetkariya tenduristiyê. Dema ku mirovên me diçin nexweşxaneyan nikarin bi zimanê xwe  yê dayikê xwe îfade bikin. Bi teybetî jî, jinên me di vî warî de rastî gelek zehmetiyan tên.”     ‘EV YEK RASTIYEKE’   Guven, da zanîn ku bûyerên li ser vê erdnîgariyê diqewimin ne fîlm, rastîne û wiha bilêv kir: “Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê xebatên xwe bi rêve dibe. Meclîsa me di vê pêvajoyê de di gelek ezmûnan re derbas bû. Mînak Kobanê ji bo me ezmûnek bû. Divê em hemû kurt û kêmasiyên xwe danîn holê û li ser polîtîakên ji nû de avakirinê bihizirin.”    ‘KOMKUJIYÊN CIDÎ HENE’   Piştî Guven Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Em Komkujiya Êzidiyan a di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat şermezar dikin. Di dema xedexeyên derketina derve de hevalên me yên xebat kirin hatin qetilkirin. Êdî meclîseke me ya şehîdên wê hene, heye. Ji ber vê yekê barê me jî girane. Sozên ku me dane wan hene. Em necarin ku li ser şopan wan herin.”   Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî dewam kir.