Polisan li Dersimê kesek binçav kirin 2019-08-03 14:18:42 DERSIM - Polisan li Dersimê bi ser malekê de girtin û welatiyê bi navê Ahmet Kit binçav kirin.  Polisan di saetên serê sibehê de li taxa Gazik a Dersimê bi ser malekê de girtin. Polisan di serdegirtinê de çekan xistin serê ferdên malbata Kit û hemû malê ji hev belawela kirin. Piştî lêgerîna malê polisan bi hinceta ku "piştgirî daye rêxistinê" Ahmet Kit binçav kirin. Polisan Kit bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Dersimê.