Dayikên Şemiyê: Dê edalet rojekê ji we re jî pêwîst be 2019-08-03 13:52:54 STENBOL - Dayikên Şemiyê ku vê heftê jî çûyîna wan a Qada Galatasarayê hat astengkirin, aqûbeta Abdûrrahman Demîr ê ku di 7'ê Tebaxa 1995'an de hat hinçavkirin û careke din agahî nehate girtin pirsîn. Dayikan bang li polisan kir û ji wan re gotin ku dê rohek edalet ji wan re jî pêwîst be. Dayikên Şemiyê ku cara 749'emîn xwestin biçin Qada Galatasarayê û abûqebat xizmên xwe yên winda bi birsin, careke din ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirina polisan çalakiya dayikan li kuçeya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Dayikên ku ji aliyê polisan ve li vir jî hatin dorpêçkirin, tîşortên ku wêneyên xizmên wan ên winda li ser wan bûn li xwe kirin û wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîlan hilgirtin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî piştgiriyê da dayikan.    Vê hefteyê aqûbeta Abdûrrahman Demîr ê ku di 7'ê Tebaxa 1995'an de hat hinçavkirin û careke din agahî nehate girtin hat pirsîn û pêkanîna edlatê hat xwestin. Daxuyanî ji aliyê xwişka Hansan Ocak ku di 21'ê Adara 1995'an de cenazeyê wî di goristana bêkesan de hat dîtin Masîde Ocak ve hat dayîn. Ocak bal kişand ser 4 kesên ku beriya demeke dirêj hatibûn windakirin û di 28'ê Tîrmehê de li Miduriyeta Polisan a Enqereyê derketinbûn holê û xwest ku sedema windakirina her çar kesan ji aliyê rayedaran ve baş bê lêkolînkirin.    'GEF LI MALBATÊ HAT XWARIN'   Ocak piştî vê yekê qala çîroka windabûna Abdûrrahman Demîr kir û ev tişt anî ziman: "Demîr li nuqteyeke venêrînê ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û careke din agahî ji nehat girtin. Malbata Demîr ji ber pirsîna kurê xwe gef li wan hat xwarin û hat xwestin ku dev ji lêgerîna kurê xwe berdin. Dayika Demîr Kesîre Demîr heta 20 salan jî timik digot, 'Çibû ji kurê min?' û bêyî ku aqûbata kurê xwe hîn bike jiyana xwe ji dest da." Ocak xwest ku kesên destê wan di windakirina Demîr de hene bên darizandin û cezakirin.    Di dawiya daxuyaniyê de dayika Mûrat Yildiz ku di 23'ê Sibata 1995'an hat windakirin Hanîfe Yildiz bertek nîşanî polisan da û bi van gotinan bang li polisan kir: "Ev edaleta ku em îro li digerin dibe ku sibê ji we re jî pêwîst bike. Eem dema destpêkê rûniştim me got ji herkesî re edalet."