Girtî li dijî sewqê 26 rojin di grevê de ye 2019-08-03 10:52:04   AMED - Girtî Şêyhdavut Başkan ê bi îdiaya wê wî tedawî bikin ji Girtîgeha Tîpa 2 a Bunyanê sewqî girtîgehek din kirin, ji bo dîsa li cihê xwe yê berê vegere 26 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bav Şeyhmus Başkan, xwest daxwazê kurê wî pêk bînin.    Girtiyê li Girtîgeha Hêjmar 2 a Bunyan a Kayseriyê girtî Şehydavut Başkan ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, di 26'ê Gulanê be bi sedema wê wî bibin muayeneyê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Bunyanê kirin. Başkan, bi riya malbatê diyar kiribû ku ger wî dîsa neşîne girtîgeha berê wê dest bi greva birçîbûnê bike. Li ser vê yekê bav Şeyhmus Başkan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dabû. Ji ber ku daxwazên Başkan pêk nehatin di 9'ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kir. Başkan ji bo dîsa sewqî girtîgeha berê bikin 26 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bav Şeyhmus Başkan jî anî ziman ku daxwazên kurê wî li ber çavan nehatiye girtin û ji bo wê kurê wî 26 rojin dest bi grevê kiriye. Başkan, anî ziman ku wî bi ÎHD'ê û parlamenterên HDP'ê re hevdîtin kirine, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin û bi kurê wî re hevdîtin nekirine Başkan xwest daxwazên kurê wî pêk bînin."    Başkan, xwest parlamenterên HDP'ê û ÎHD bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bike û ger tiştek bê serê kurê wî berpirsiyar Wezareta Dadê û kesên bê hestiyar in.