ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-03 09:00:20   * Şaredarê Navçeya Pilûrê Mustafa Sarigul, diyar kir ku cihê tebligat şandinê, rûhsata madenê dane û wiha got: "Ev herêma ku herêma afetê ye, hawizê siyanurê yê bê avakirin wê çawa bê parastin. Keyayê Gundê Yeşîlyazi  Husamettin Ateş jî anî ziman ku xebatên madenê yê li Çiyayê Mûnzûrê ku 300 metre dûrî wan e, wê zerarê bidin wan û şeniyê herêmê wê tu carî destûr nedin vê yekê.    * Li navçeya Mîdyadê di dema dawî de diz ketin nêzî 20 malên Êzidî û Suryaniyan. Malbatên Êzidî û Suryanî bertek nîşanî diziyê dan û diyar kirin ku ev ne diziyek ji rêzê ye û xezp e. Malbatan, destnîşan kir ku ev bi plan û zanebûn tê kirin.    * Bermahiyên fabrîqeyan ên tev li Çemê Ergene dibe ava wî şahrînî dike. Çemê ku ava wî qrêj û genî dibe, gefan li tenduristiya mirovan dixwe. Welatiyên li dora çem dijîn bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku gelek mirov ji ber ava jahrî û genî nexweş dikevin.    * Welatiyên taxa Esentepe ya Stenbolê diyar kirin li tenişta taxa wan kanên keviran hatine vekirin û ji ber bi dînamîtan keviran perçe dikin û derdixin çalên mezin vedibin û xaniyê wan li ber hilweşînê ye. Welatiyan diyar kirin ku ew bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne.   * Li Tirkiye çandiniya zebeşan her ku diçe kêm dibe. Îthalat jî her ku diçe zêde dibe. Li gorî rapora Navenda Odeya Endezyarên Çandiniyê ku ji TUÎK'ê girtiye, zebeş di navbera salên 2014'an û 2018'an 91 hezar û 17 dekar kêm bûye. Di 2014'an de li Tirkiye îxrac ji îthalatê zêdetir bû, lê di sala 2018'an de îxracata zebeşan ji îthalatê kêmtir bûye û Tirkiye ji firotinê zêdetir zebeş ji dervê welat kirîye. Li gorî daneyan di nava 4 salên dawî de îthalata zebeşan bi 5 milyon ton ji îxracê zêdetir bûye.    *  Engîn Çomar ê li Girtîgeha Tîpa T a Înkencerûnê tê girtin, diyar kir ku mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin û got: “Gardiyan ji me re dibêjin ‘daxwaznameya em endamê rixistinê bûn, ez poşmanim bidin. Em ê jî we bibin revîrê.’’ Rayedarên girtîgehê bi van helwestên xwe poşmaniyê ferzî me dikin.”    * Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê yê Amedê Nasir Demirkıran, diyar kir ku ji ber polîtîkayên Hikûmetê yên aborî û çandiniyê rençber û çotkar êdî nikarin çotkarî û hilberînê bikin.   * Welatiyên qurbaniyan difiroşin, bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re sewalên ji bo quraniyan derxistin bazarê. Lê her çend roj ji Cejna Qurbanê re mabin jî, ji ber krîza aborî kes eleqeyê nîşanî qurbaniyan nadin û qurbanî nayên firotin.   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, wê li gel endam û rêveberên partiya xwe li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bibe û tev li 1'emîn Konferansa Rêxistinî ya Navendê bibe. (09.30)    * Di 5'emîn salvegera êrîşa DAIŞ'ê ku li dijî Êzidiyan pêk anî wê li gelek bajara çalakî bê li dar xistin. Wê komkujî bê şermezarkirin û kesên hatin kuştin bên bibîr anîn. (11.00)   * Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan wê li Qada Galatasakrayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. (11.00)    * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê çalakiyên xwe yên şemiyê li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin (12.00)    * Komîsyona Girtiyên Nexweş ya ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bike. (13.30)   * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan wê li pêş Sumerbank a Konaka Stenbolê çalakiyên ji bo windayan berdewam bikin. (13.00)    * Komîsyona mafên girtiyên nexweş a şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)