Li Çinarê kesek hat girtin 2019-08-02 16:42:42   AMED - Ji 4 kesên ku di operasyona beriya çend rojan li gundê Barê yê navçeya Çinarê pêk hatibû de hatibûn binçavkirin 3 kes hatin berdan û kesek jî hat girtin.    Di 30'ê Tîrmehê de li gundê Barê û Kela Zerzevanê yên navçeya Çinar a Amedê operasyoneke leşkerî pêk hatibû. Di vê operasyonê de leşkeran ji gundê Barê welatiyên bi navê Mehmet Rûhî Bakir (37) û Şemsettîn Sûnyar (45) û ji gundê Kela Zerzevanê jî welatiyên bi navê Halîl Deger (40) û Ekrem Deger (28) binçav kiribûn. Îro danê sibê her çar binçavkirî jî piştî bi dawîbûna karê wan ên li Fermandariya Cendirmeyan a Çinarê sewqî Edliyeya Çinarê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan ên li dozgerî û dadgeriyê Mehmet Rûhî Bakir hat girtin û Şemsettîn Sûnyar, Halîl Deger û Ekrem Deger hatin berdan. Derbarê girtina Bakir de agahî nehatin bidestxistin.    Di heman operasyonê de hatibû angaştkirin ku li gundê Barê welatiyekî jiyana xwe ji dest daye. Lê heta niha derbarê nasnameya vî kesî de tu daxuyanî nehatiye dayîn.