ÎHD: Bila 3’yê Tebaxê weke roja biranîna jenosîde bê naskirin 2019-08-02 15:38:54   ENQERE - ÎHD’ê, bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniya nivîskî weşand û bang kir ku 3’yê Tebaxê weke “Roja bîranîna jenosîdê” bê nakirin kir.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, daxuyaniya nivîskî weşandin û xwest 3’yê Tebaxê weke “Roja bîranîna jenosîdê” bê nakirin.   Di daxuyaniyê de komkujiya li dijî gelê Êzidî hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî vê binpêkirina giran a hat jiyîn, erka xwe cih na anî û ev yek mijara şermêye.”    ‘ÊRÎŞÊN LI SER GELÊ ÊZIDÎ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN’   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi pêşengtî û alîkariya Tevgera Siyaseta Kurd û xwe parastinê êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Êzidî ji holê hatin rakirin. Mîna hemû gelên din, ew mafê Êzidiyan jî heye ku xwe biparêzin û pêşeroja xwe  diyar bikin. Divê hemû gel û dewlet ji rêzê nîşanî vê yekê bidin.    3 HEZAR ÊZÎDÎ HATIN RIZGARKIRIN    Li gorî daneyan, ji 550 hezar Êzidiyên li Iraqê dijiyan 360 hezar Êzdiyan ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ku koç bikin. Nêzî hezar û 293 Êzidiyan jiyana xwe ji dest dan. 2 hezar û 745 zarok bê bav man, 6 hezar û 417 kes hatin revandin û 3 hezar û 509 Êzidî jî hatin rizgarin. Ji bo ku ev komkujî neyê ji  bîr kirin em bang dkin ku 3’yê Tebaxê weke ‘Roja bîranîna jenosîdê’ bê nakirin.”