Baroya Amedê wê piştgiriya hiqûqê bide malbata Ekîncî 2019-08-02 15:38:26   AMED - Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, di çalakiya bîranîna Tahîr Elçî de bal kiyşand ser kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekincî yê duh li Rûbarokê ya Colemêrgê di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da û got: "Em ê piştgiriya hiqûqî bidin malbata Vedat Ekîncî."    Baroya Amedê ji bo faîlê Tahîr Elçî bê dîtin û darizandin, di hefteya 187'an de li pêş Edliyeya Amedê kom bûn û "Kurdiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" danîn. Di çalakiyê de pankrata "Em te ji bir nakin/Seni Unutmayacağız" vekirin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin û parêzerên din amade bûn.  Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, di çalakiya bîranîna Tahîr Elçî de bal kiyşand ser kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekincî yê duh li Rûbarokê ya Colemêrgê di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da û got: "Em sersaxiyê ji malbata Ekîncî re dixwazin. Em ê piştgiriya hiqûqî bidin malbata Vedat Ekîncî." Çoban, anî ziman ku wan destûr nedoa ku dosya Elçî bikin dosya kujer nediyaran û wiha got: "Me destûr neda û em qet destûr nadin ku dosya Elçî tev li dosya faîl nediyaran bibe.'    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.