Li Patnosê 6 kes hatin binçavkirin 2019-08-02 14:19:14   AGIRÎ - Li Patnosê di serdegirina malan de 6 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Patnosê bi rêve bir de, di saetên serê sibê de li navçeya Patnos a Agiriyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Mehmet Şahîn Savci, endamên rêveberiya HDP’ê yên navçeyê Orhan Tûtak, Omer Yavûz, Fatîh Dîlmaç, Mûsa Ûygar û Mehmet Emîn Savci hatin binçavkirin.     Polîsan, di dema serdegirtinan de derî û pençereyên malan şikandin û kesên binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.