'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin' 2017-11-24 09:11:15 KOCAELÎ - Wê di serdema nû de akademîsyenên hatine îxrackirina li Akademiya Gençê (GEMÎ) ku ji aliyê xwendekaran ve hat avakirin bi xwendekarên xwe re werin gel hev. Xwendekaran GEMÎ’yê şiband keştiya Nûh û wiha gotin: “Tirkiye di nav tofanekê de ye. Wê kesên di GEMÎ’yê de ji tofanê xelas bibin.”  Wê di serdema nû ya Akademiya Gençê (GEMÎ) ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê ve hat vekirin de, akademîsyenên bi KHK’yan hatin îxrackirin bi xwendekaran re bên cem hev. Wê di serdema nû de mijarên wek “Felsefeya Siyasetê”, “Siyaseta Sîmgeyî” û Zayenda civakiyî” bên nîqaşkirin. Xwendekaran diyar kir ku ew li akademiyê nîqaşên zanistiyî dikin û GEMÎ’yê jî wek keştiya Nûh wesifandin.    Xwendekara Zanîngeha Kocaeliyê Zehra Akçay, diyar kir ku bi îxrackirina akademîsyenan re li zanîngehan tu wesfa dersan nemaye û ew pir tiştekî wernagirin. Akçay, dest nîşan kir ku li ser vê yekê wan biryar daye ku ew û mamosteyên xwe yên hatine îxrackirin bên gel hev û wan ji bo perwerdehiyeke akademîk Akdamiya Gençê ava kiriye.    KEŞTIYA NÛH   Xwendekarê Zanîngeha Kocaeliyê Omer Ercan jî anî ziman ku Tirkiye di nav tofanekê de ye û wiha got: “Ez vê rewşa ku Tirkiye di nav de ye wek tofanekê dibînim. Yanî wek keştiya Nûh. Dema av sekinî wê gelek tişt di bin vê avê de bimînin. Wê yên mayî jî di vê GEMÎ’ya ku em ava dikin de bimînin.”   'NAVEROKA ZANÎNGEHÊ HAT VALAKIRIN’    Ercan anî ziman ku ew di pola 4’an de ye û wiha got: “Di du salên min ên ewil de zanîngeh ji bo min qadeke guncav bû, lê ev du salên dawî tu wesfa wê nemaye.” Ercan dest nîşan kir ku bi îxrackirina akademîsyenan re naveroka zanîngehan hatiye valakirin.     Xwendekarê Zanîngeha Kocaeliyê Selahattîn Şenkoylu diyar kir ku di navbera GEMÎ û zanîngehên YOK’ê de cudahî heye. Şenkoylu got ku îktîdar dixwazin di ser saziyên perwerdehiyê re kariyerê bikin û wiha domand: “Zanîngeh qadên nîqaşkirina zanist, huner, çandê ye, lê belê niha ev yek bûye perçeyeke ji qada karî. Ev yek li karaktera sereke ya zanîngehan nayê. Em li hemberî polîtîkayên çewsîner ên îktîdarê hewl didin di qada perwerdehiyê de qadeke alternatif biafirînin. Mamoste û xwendekar bi dildarî tev digerin. Berjewendiyeke şexsî tune ye. Em bi vî awayî armanca diviya ku zanîngeh wisa bûnan pêk tînin.”    ‘GEMÎ ME BER BI HILBERÎNÊ VE DIBE’    Xwendekara Zanîngeha Kocaeliyê Selîn Bal jî wiha got: “Em di komê xwendinê de, beşên ku em dixwînin nîqaş dikin. Em bi nîqaşan re hînî metodan dibin. A rast ev yek jî nîşan dide ku divê ka perwerdehiya zanistiyî çawa be. Nîqaşên li GEMÎ’yê me ber bi hilberînê ve dibe. Êdî ew cih Ae ku her kes dikare xwe tê de bibîne.”    MA / Elif Çetiner