‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’ 2017-11-24 09:10:01 STENBOL- Parêzeran diyar kir ku di ser serdana CPT’yê ya bi Rêberê PKK’ê Abddûllah Ocalan re pêk aniye de sal û 6 meh derbas bûne lê hêj tu daxuyanî nehatine dayîn. Parêzeran da zanîn ku CPT sûc dike û wiha gotin: "Divê li dijî vê sersariya wê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin."   CPT, di navbera 28-29’ê Mijdara 2016’an de serdana Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan kiribû. Lê belê, ji wê rojê heta niha der barê vê serdanê de tu daxuyanî nedane û xwe li bêdengiyê datîne. Parêzeran ji bo vê rewşa CPT’yê got ku rêziknameya xwe bin pê dike û ya ku dike sûc e. Parêzeran dest nîşan kir ku divê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) giliyê CPT’yê bê kirin.    'TESPÎT HEYE LÊ TU PÊŞVEÇÛYÎN TUNE NE’    Hevberdevkê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Serhat Çakmak, bi bîr xist ku CPT gelek  caran der barê şert û mercên girtîgehê yên Ocalan de rapor amade kirine. Çakmak anî ziman ku a rast di van serdanên xwe de gelek binpêkirinên mafan tespît dike, lê belê ji ber peymanên di navebra wê û Tirkiyeyê de hatine îmzakirin bêyî tesdîqkirina Tirkiyeyê nikare aşkere bike. Çakmak, dest nîşan kir ku ev yek qet li saziyeke ku di warê mafên mirovan de dixebite nayê. Çakmak wiha domand: “Tespît hene, lê tu pêşveçûyîn tune ne. Tu wateyeke vê tewra CPT’yê tune ye. Heke piştî tespîtê serlêdanek pêk neyê hema bila CPT heta hetayê biçe Îmraliyê, tu wateya wê tune ye.”    ‘WÊ HEWLDANÊN ME DEWAM BIKIN’   Çakmak, balê kişand ser serlêdana 250 parêzerên ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û got ku ev yek gava ewil e û ew ê di pêvajoyên pêş de kampanyayên cuda bidin destpêkirin. Çakmak, dest nîşan kir ku divê tu kes li hemberî vê tecrîdê xwe li bêdengiyê daneyne.    ‘DIVÊ LI DMME’YÊ GILIYÊ WÊ BÊ KIRIN’    Parêzer Mahmût Taşçi jî diyar kir ku CPT bi awayekî derhuqûqî tev digere û wiha got: “Dema li hesabê wê bê huqûqnasan dişîne. Gelek raporên ‘derî huqûqê’ diweşîne. Lê dema li vî welatî beyanateke ku dê zirarê bide têkiliyên berjewendiyî hebe, pêjna wê nayê. Halbûkî divê saziyên ku bi mafên mirovan re eleqedar dibin, bi awayekî serbixwe tev bigerin. Ji ber CPT’î difikire dê têkiliyên aborî, siyasî yê dewleta wê û Tirkiyeyê zirarê bibînin di mijara Îmraliyê de xwe li bêdengiyê datîne.” Taşçi dest nîşan kir ku bi tecrîdê mafê jiyanê yê Ocalan hatiye sînordarkirin.    Taşçi dest nîşan kir ku CPT bi vî awayî rêziknameya xwe binpê dike û wiha got: “Bi ya min divê ji ber vê paşguhkirin û nebihîstyariya wê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin.” Taşçi, got ku CPT bi vê sekna xwe ya li hemberî Îmraliyê rêziknameya xwe bin pê dike û peywira dikeve ser milê wê bi cih nayîne. Taşçi, dest nîşan kir ku CPT dibêje “Ez rêxistineke civaka sivîl im” lê belê bi vî awayî civakê dixapîne. Taşçi dubare kir ku divê CPT bê gilîkirin û bang li her kesî kir, da li hemberî tecrîdê tev bigerin.    ‘BAWERÎ BI CPT’YÊ NEMAYE’   Parêzer Îlknûr Alcan jî, got ku bêyî destûra Tirkiyeyê CPT raporê naweşîne, lê belê di dema serdana xwe ya Îmraliyê de pêdivî bi tesdîqkirina Tirkiyeyê nabîne. Alcan dest nîşan kir ku ev rewş jî nîşan dide ku CPT bi awayekî siyasî tev digere û tu hêleke wê ya bêeliyî nemaye. Alcan diyar kir ku di warê tenduristî û ewlehiya Ocalan de şik û gumanên civakê û parêzeran heye û divê CPT ji bo vê yekê tev bigere. Alcan, diyar kir ku tu ferq di navbera rewşa Dadgeha Qanûna Bingehîn de ku got “ez nikarim KHK’yan kontrol bikim” û xwe fesix kir û rewşa CPT’yê de tune ye û bi vî awayî tu bawerî ji bo xwe nehiştiye. Alcan wiha got: “Bi milyonan kes Birêz Ocalan wek vîna xwe dibînin û em wisa difikirin ku tekane kes e ku dikare li Tirkiyeyê riya aştiyê vebike. Destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re di heman demê de tê wateya peydakirina nêvenga aştiyê. Divê hemû derdorên civakê vê yekê bibînin.”    MA / Muhammed Dogru