Encûmenê HDP’yî Eres hat berdan 2019-08-02 12:03:09   MÊRDÎN – Encûmenê HDP’yî Hîkmet Eres ê li ser gilîkirina encûmenê AKP’ê yê Şemrexê Hîkmet Erdîn ku Hevşaredar Nalan Ozaydin bi çekê tehdît kiribû hat binçavkirin duh bi şev hat berdan.    Meclîsa Şaredariya Navçeya Şemrexa Mêrdînê duh ji bo civînê kom bibû. Encûmenê AKP’ê Hîkmet Erdîn bi çeka ku xistibû kêleka xwe beşdarî civînê bû. AKP’yî Erdîn bi gotinên “Ez dewlet im, ez ê vir bi serê we de xera bikim” Hevşaredar Nalan Ozaydin tehdît kiribû. Piştî gengeşiya ku derket AKP’yî Erdîn Hevşaredar Ozaydin û 5 encûmenên şaredariyê gilî kir. Li ser vê yekê encûmenê şaredariyê Hîkmet Eres ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.    Li ser bertek nîşandayîna hilbêjirên HDP’yî û welatiyan Eres di saetên şevê de hat berdan.