Li Cîzrê bijîjkek û 3 hemşîre hatin binçavkirin 2019-08-02 11:56:58   ŞIRNEX - Li Cizîrê bijîjkek û 3 hemşîre di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de, li navçeya Cizîr a Şirnexê, bi ser gelek malên xebatên tenduristiyê de girtin. Di serdegirtinê de bijîjk N.S., hemşire Ş.E., A.K. û A.T., hatin binçavkirin.    Hinceta binçavkirina xebatkarên tenduristiyê nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.