Îdîayên întîharên Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê anî rojeva meclîsê 2019-08-02 10:36:52   DÎLOK - Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul îdîayên întîharên li Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê (GGM) anî rojeva meclîsê. Togrul ji bo Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu bersîv bide pirsname da meclîsê.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmut Togrul têkildarî îdîayên întîharên li Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê (GGM) pirsname da meclîsê. Togrul ji bo Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu bersîv bide pirsname da meclîsê. Togrul xwest têkildarî întîharên li Navçeya Oguzelî ya Dîlokê pirsên wan bên bersivandin.    Togrul, ev pirs ji wezîr Soylu pirsîn:    “* Wezareta we ji întîharên Navenda Paşveşandinê ya Oguzelî ya Dîlokê agahdar e ya na? Sedema  întîharê çiye? Ji bo ronîkirina vê întîharê hewldanên we çine? Heta niha têkildarî bûyerên întîharê çi lêpirsîn hatiye kirin? Ger ku Lêpirsîn hatibe kirin di çi astê de ye? Hûn ji îhlal û binpêkirinên mafên penaberên wan paşve dişînin agahdar in? Personel û xebatkarên navendê li dijî mafên mirovan tev digerin. Ji bo vê yekê we çi lêpirsîn û pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin? Îdîayên koçber li vê navendê rastî muameleyên xerab û îşkenceyê tên hene. Çiqas rast in? We ev yek lêkolîn kir? Der barê çend kesan de lêpirsîn hatiye vekirin û çend kes hatine cezakirin? Li Oguzelî bûyera întîharê heye. Heta niha çend penaberan întîhar kiriye? Sedema van întîharan çiye? Ji bo rê li pêş întîharê bigire we çi kiriye? Xebatên we ji bo vê yekê çine? Heta niha li Dîlokê çend koçber dersînor bûne. Tê diyar kirin ku rêveberiya navendê dixwaze ser întîharan bigire. Rastiya vê yekê çiye?"