Cenazeyê welatiyê di Çemê Firatê de winda bû hat dîtin 2019-08-02 10:07:58   RIHA - Cenazeyê Edîp Kiliç ê ji bo hînik bibe li Bêrecûk ket Çemê Firatê, piştî 12 rojan hat dîtin.    Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, Edîp Kiliç di 22’yê Tîrmehê de, ji bo ku hîik bibe ket Çemê Firatê. Piştî demekê Kiliç winda bû û ji bo dîtina wî dest bi xebatê lêgerînê hatibû kirin. Cenazeyê Kiliç piştî 12 rojan, nêzî 12 kîlometre dûrî cihê lê ketibû avê hat dîtin.    Ekîbên lêgerînê cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî kar û barê otopsiyê, cenazeyê Kiliç wê bê definkirin.