Li Cizîr û Sîlopî civînên gel ên şaredariyan dewam dikin 2019-08-02 09:16:57 ŞIRNEX - Şaredariyên HDP’ê yên Cizîr û Sîlopî, ji bo çareserkirina pirgirêkên bajêran, civînên bi gel re li dar dixin dewam dikin.   Şaredariyên navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) birêve dibe, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêran û di vê mijarê de pêşniyarên çareseriyê bigirin, civînên bigel re lidar dixin, berdewam dikin.     Civîna gel a li Cizîrê vê carê jî li Taxa Cûdî hat lidarxistin. Parlementara HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Hevşaredaran xebatên dinava 4 mehan de kiribûn bi gel re parve kirin. Dûre welatiyan daxwazên xwe anîn ziman û pêşniyar kirin.  Li Sîlopî jî, civîna gel li Parka Ahmet Kaya hat lidarxistin. Hevşaredarên Sîlopî Suleyman Şevlûk û Adalet Fîdan, encamên meclîsê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê nîqaş hatin kirin. Piştre debarê xebatên şaredariyê de sînevîzyon hat pêşandan.