ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2019'AN 2019-08-02 09:00:03   * Li Şengalê bi hezaran mirov qetil kirin. Jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi sed hezaran welatî koçber bûn. Komkujiya Şengalê ya bi serê civaka Êzidî de pêk hat 5 sal li pey xwe hişt. Êzidî vê qirkirinê wek “Fermana 73’yemîn” pênase dikin. Êzidî diyar dikin ku tiştên bi serê wan de hatin wek duh di bîra wan de ye.   * Li Dersimê hosteyê tekane û yê ewil ku kûzan çêdike tevî ku temenê wî li pêş ketiye jî dev ji hunera xwe bernade. Bozkurt da zanîn ku bêyî rûyê wî nebe herî sebra wî nayê.    * 22 jinên li Wanê “Kooperatîfa Hilberîn û Bazarkariyê Tûşbal” avakirin, ev 5 salin hingiva organîk a bijare ya herêmê hildiberînin. Projeya jinan bi temamî li ser ked û komîntiyê hatiye avakirin û hilberina hingiv bi mark “Tuşbal” difiroşin.   * Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku destûr nedayîna hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re biryareke siyasî ye û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan dikare bi mezinkirina tekoşîna demokrasî û aştiyê bê rakirin."    * Projeya Zexmkirina Sûrê ya ku ji aliyê qeyûm ve hat destpêkirin û li gel ku bi beşdariya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hat vekirin jî piştî salekê rûxiya.    * Civaknas Okşan Akşît, bal kişand tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan û wiha got: "Sedema herî mezin polîtîkayên hikûmetê ye. Ger ku di nava jin û mêr de wekheviya zayendî hebe, wê rê li pêşiya tundiyê jî bê girtin. Tuniya li dijî jinê wê kêm bibe."    * Çalakgerên li dijî lêgerîna Zêrê Bi Sîyanur a li Çiyayê Kazê nobeta xwe berdewam dikin. Çalakgeran bertek nîşanî lêgerîna şîrketan a zêrê bi Sîyanur dan û gotin: "Çiyayê Kaz pêşeroja Çanakkale ye. Divê her kes li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî talankirinê serî hildin."    * Malbat û parêzer dê têkildarî darizandinên ji nûve li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê têkildarî îdiayên îşkenceya li girtîgehan civîna çapemeniyê li dar bixe. ÎHD piştî vê civînê jî dê ji bo polîtîkayên sîxuriyê jî civînek li dar bixe. (13.00)   * Baroya Amedê ji bo kujerên serokê wan berê yê hat kuştin Tahîr Elçî bên dîtin û wî bibîr bînin dê li ber Dadgeha Amedê çalakiya 188’emîn li dar bixe. (13.30)   * Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin, dê bi minasebeta Komkujiya Şengalê dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşengeha wêneyan li dar bixin. (11.00)