Jinan li Amedê bi ‘Karwana Mor” li nava bajêr geriyan 2019-08-01 21:29:55   AMED – Jinan li Amedê di çarçoveya plansaziya çalakiyên TJA’yê de “Karwanê Mor” li dar xistin. Jin derbasî ser dîreksiyonan bûn û di trafîkê de balê kişandin ser zayendperestiyê.      Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê di çarçoveya plansaziya jinan a li dijî komkujiya jinan, qirkirina çandî, îstîsmarkirina zarokan û talankirina xwezayê de çalakiya ewil pêk anî. Bi pêşengiya Komeley Jinan a Rosa ku pêkhateya TJA’yê ye çalakiya “Karwanê Mor” li dar xist û bi wesayîtan li nav bajêr geriyan. Jin li Dureyana Dunyayê ya li navçeya Peyasê li hev kom bûn û derbasî ser dîreksiyonên wesayîtên xwe bûn. Jinan wesayîtên xwe yên bi flamayên xumrî xemilandin ji Dureyana Dunyayê derketin rê.    DI TRAFÎKÊ DE BAL KIŞANDIN SER ZAYENDPERESTIYÊ   Jinan pankartên “Jin jiyane jiyanê nekuje”, “Em hebûn em hene û em ê hebin”, “Em natirsin, bêdeng nabin û serê xwe natewînin” û “Jin Jiyan Azadî” bi wesayîtan ve daliqandin. Jinan li ser dîreksiyonan li kornaya dan û lîlandin. Jinan xwest di trafîkê de balê bikişînin ser zayendperestiyê. Welatiyên li ser kolanan rawestiyabûn û li rawestgehan bi îşaretên serkeftinê destek dan jinan.   BI KÎLOMETREYAN GERIYAN   Karwanê wesayîtan ji Dureyana Dunya, heta Dureyana Tesîslera, ji vir jî derbasî ser Rêya Rihayê bûn û derbasî ber Ceylan Karavîl AVM’ê bû û ji vir jî derbasî Kolana 75’an bû û heta Dureyana Mahabadê hatin û ji vir jî carek din derbasî Duryena Dunyayê bûn û dawî li karwanê xwe anîn. Jinan bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” û kişandina wêneyê bîranînê dawî li çalakiya xwe anîn.