Xizmên şaredarê YSK'ê îstifa kirin 2019-08-01 15:53:09   AMED - Brayê Şaredarê Rezan Huseyîn Beyoglû ku ji aliyê YSK'ê ve hat tayînkirin Haşîm Mertoglû û xizmên hevjîna Beyoglû Durdane Beyoglû 4 kesan îstifa kir.   Di Hilbijartinên 31'ê Adarê de namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Rezan a Amedê Zeyat Ceylan ji sedî 71'ê dengan girt û bi ser ketibû. Li gel vê yekê jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta ku Ceylan bi KHK'ê ji kar hatibû avêtin, mazbatayê nedayê û namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû ku ji sedî 25'ê dengan girtibû wek şaredar tayînê Şaredariya Rezan kiribû.    Beygolû piştî ku dest bi kar kiribû, brayê xwe Haşîm Mertoglû kiribû cîgirê xwe, xwarziya Durdane Beyoglû Sidik Aycil û baltûza xwe Denîz Gurdegîr li Nivîsgeha Taybet kiribû kar.    BI MALBATÎ ÎSTIFA KIRIN   Şaredariya Rezan îro bi îstifakirinan dest bi rojê kir. Cîgirê Şaredar Haşîm Mertoglû û xwarziya Durdane Beyoglû Sidik Aycil, baltûza Beyoglû Denîz Gurdegîr û 2 xizmên hevjîna Beyoglû ku navê wan nehatin hînbûn, ji karê xwe îstifa kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên şaredariyê hatin wergirtin kesên navborî zorî îstifakirinê hatine kirin.