Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin 2017-11-24 09:04:32 WAN – Girtî Metîn Denîz yê ji sedî 100 asteng e nayê berdan. Girtî Denîz, tevî astengiya xwe ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Ewlehiya wê Bilind a Xarpêtê kirin.  Girtiyê bi navê Metîn Denîz ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Ewlehiya wê Bilind a Xarpêtê hat kirin. Li gel rapora ji sedî 100 a astengiya Denîz heye jî nayê berdan. Denîz 5 meh berê niha bi îdiaya “Endamê rexistinê ye” hat girtin. Roparên wî yên ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Erziromê girtiye jî hene. Li gel karta Denîz a ku divê di amûra X-Ray de derbas nebe heye jî lê ji aliyê rêveberên girtîgeha ve nehat qebûlkirin. Denîz ê kul i gelek caran hat emeliyat kirin û pîl di dilê wî de heye jî sewqî girtîgeh din hat kirin.    ‘EZ NIKARIM DERMANÊ XWE BISTÎNIM’    Denîz di nameya şand de bal kişand ser gelek caran hatiye emeliyat kirin û wiha got: “Min 3 caran qirîza dil derbas kir. 8 caran jî anjiyo bûm û herî dawî stent bi dilê min ve danîn. Ji ber emeliyatan rojê 8 dermanên cuda bikar tînim. Ez tengasiya dermanan ji girtîgehê bistînim dikişinim. Li gel karta min a amûra X-Ray heye jî lê divê dîsa ez derbas bibim. Pêwîste teqez ez di amûra X-Ray de derbas nebim. Li gel van sepandinan nikarim biçim nexweşxaneyê.” Denîz diyar kir ku dema di binçavan de diranên wî ji aliyê polîsan ve hatine şikandin û ji ber êşa diran gelek janê dikişîne.    'BILA METÎNÊ MIN BERDIN Û MIN BIGIRIN’    Dayika Denîz, Necmiye Denîz jî bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweş hene û got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ewqas nexweşînên Metînê min hene çawa wî digirin? Bila Metînê min berdin. Pêwîst bike bila min di şûna wî de bigirin.”