Walîtiyê daxuyand ku 12 hezar koçber ji Stenbolê şandine 2019-08-01 13:28:22   STENBOL – Walîtiya Stenbolê daxuyand ku di navbera 12-31’ê tîrmehê de 12 hezar koçberên ji Sûriyeyê ji Stenbolê şandine welatên wan.    Walîtiya Stenbolê ji bo penaberên Sûriyeyê daxuyaniyek parve kir. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di navbera 12-31’ê tîrmehê de 12 hezar û 474 koçberên ji Sûriyeyê şandine Navendên Paş ve Şandinê ango derveyî Stenbolê.