Wê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê civînên xwe êdî li taxan çêbike 2019-08-01 09:07:02 AMED – Cîgira Hevşaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr, bi lêv kir ku ji bo şaredarîvaniyeke şefaf a bi pêşengiya jinê ew ê civînên xwe yên meclîsê li taxan çêbikin.   Wê Şaredariya Yenîşehîr a Amedê, civînên xwe yên meclîsê êdî li taxan çêbike. Cîgira Hevşaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr, bilêv kir ku ji bo şaredarîvaniyeke şefaf a bi pêşengiya jinê ew ê civînên xwe yên meclîsê li taxan çêbikin.    Çûr, diyar kir ku ji bo şaredarîvaniyeke şefaf a bi pêşengiya jinê wan Komîsyona Wekheviya Jin-Mêran û Komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jina ava kiriye û got: "Di vê komîsyonê de du hevalên zilam û du hevalên jin hene. Her wiha di Komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jina de jî 5 heval peywirdar in. Wê hevalên me yên di komîsyonê de pirsgirêk û daxwazên jina têxin rojeva meclîsê. Bi vî awayî em ê zanibin ka jin çi ji me dixwazin û em ê li gor wê xebatên xwe bi rê ve bibin. Ji bo jin daxilî jiyana civakî, siyasî û aborî bibin me hin xebat dane destpêkirin. Em ê tim ne li avahiya şaredariyê bin. Wexta em diçin taxan dayik li nav çavên me dinerin. Ew baş hay ji talana hatiye kirin, baş bi pirsgirêkan dizanin."    WÊ CIVÎNÊN MECLÎSÊ LI TAXAN BÊN ÇÊKIRIN    Çûr, anî ziman ku ji roja wan şaredarî bi dest xistiye ew li taxan bi jinan re li hev kom dibin û civînan çêdikin û ew ê ji niha û pê ve jî civînên meclîsa şaredariyê li taxan çêbikin. Çûr, diyar kir ku ew ê li gorî pêşniyarên jinan tev bigerin û got: "Em ê budçeyeke şefaf a li gor wekehviya jin û zilaman amade bikin. Bi piranî budçeya midûriyetên jinan li gor a midûriyetên din kêm e. Lê em ê vê bikin wekhev. Dibe tu avahiyek me nemabe, lê ev nayê wateya ku em ê nikaribin li taxan xizmetê bikin. Pêşî em ê avahiyên hatine tahsîskirin bistînin. Niha li parkan cihên me yên prefabrîk hene. Em ê li van deran çalakiyên çandî û civakiyî li dar bixin."    AMADEKARIYÊN JI BI KOOPERATÎFÊ   Çûr, destnîşan kir ku nexasim jî ew ê bi kooperatîfan destekê bidin jinan û got: "Niha em dixwazin li fîdanlixê serayekê çêbikin. Niha ji bo wê hin amadekarî hene. Em ê hîn bêtir şitlan deynin. Zivistanê jî kîjan zebze şîn bê û jin bixwazin kîjan berî deynin em ê wan beran deynin."