Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest 2017-11-24 09:01:57 EDENE - Dozger der barê nûçegîhanên dîhaberê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat û Nurî Akman de îdianame amade kir. Dozger ji Alayumat û Akman heta 90 sal ceza xwest.  Serdozgerê Komarê yê Hatayê der barê nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Medya Dicleyê (dîhaber) ya bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) nûçegîhan Erdogan Alayumat û Nurî Akman de îdianame amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê îdîanameya Serdozgerê Komarê yê Hatayê Tacettîn Pinar qebûl kir. Dozger Pinar aşkera kir ku her du rojnamegeran sirên dewletê aşkera kirine û bi vê rêyê sîxûriya leşkerî kirine, ji her rojnamegerekî re 45 sal cezayê girtîgehê dixwaze.   ‘NE ROJNAMEGER ENDAMÊ RÊXISTINÊ NE’   Tê dîtin ku dozger fezlekeya ku polîs amade kiriye, bi awayekê kopîkirî îdianame amade kiriye û nîvekî îdianameyê ji dîroka PKK/KCK'ê pêk tê. Hemû xebatên rojnamegeriyê yê Alayumat û Akman wekî sûc tên dîtin, nûçeyên di dîhaberê de hatine weşandin, wêneyên di wênekêşan de hatine dîtin, hevpeyvînên ku çêkirine, nîqaşên di whatsappê yên bi hevalên xwe re kirine, hemû wekî delîla sûc dane nîşan. Dozger dîhaberê wekî "Saziya muzahîr a PKK'ê" pênase dike, Alayumat û Akman wekî endamê rêxistinê dide nîşan û îdia dike ku di çarçoveya fermanên rêxistinê de xebat meşandine.    WEKÎ AGAHIYA ÎSTIXBARATÎ XWENDEKAR DAN NÎAN!   Dozger agahiyên îstixbaratî yên der barê Alayumat de jî parve kir, ji bo Akman jî heman tişt wiha parve kir: "Agahiyên wî yên ku rojnamegerî kiriye di destê me de heye û kesên ku navnîşana wan a vekirî ne diyar e, li gel hevalên xwe yên muzahîr ên çepgir bi rojane li apartan de mane."   Alayumat ê ji dibistana seretayî mezûn bûye, lê tişta bakêş di agahiyên îstixbaratê de wekî ku zanîngeh xwendiye tê destnîşankirin. Alayumatê ku zanîngeh nexwendiye der barê wî de ev tişt di îdianameyê de derbas dibe: "Kesê bi firak di dema xwendekariyê de di nava baskên ciwanan de cih girtiye, di pêvajoya pêşketinê re, li gorî agahiyên îstixbaratî di avabûna bi navê YDG-H (DG-H) ya girêdayî PKK/KCK'ê de cih girtiye û xebat meşandiye."   'MÎT ÇEKAN DIŞÎNE TU NIKARÎ BIKÎ NÛÇE'   Dozger nûçeyên ku Alayumat û Akman li ser sûnor çêkirine wekî delîla sûc hesab kir. Dîsa nûçeyên Alayumat û Akman ên di kompîturê de hatine dîtin û bi sernavê "Li biryargeha MÎT'ê bi şev sewqkirin û bi roj perwerde tê kirin" bi baldarî li ser sekinîne û bi berfirehî hatiye destgirtin. Wêneyên aydê nûçeyan jî wekî ku sirên leşkerî ji PKK(KCK'ê re hatibin ragihandin, xistin delîla sûc. Dozger hemû agahiyên ku di nûceyan de hatine xebitandin, sûc dibîne û îdianameya ku amade dike, dibêje ku "Çekên ku MÎT'ê şandine, tu nikarî bikî nûçe."   ‘TIŞÊN JI AJANSAN RE ŞANDINE…’   Di îdianameya dozger de hemû agahiyên nûçeyan cih digirin û herî dawî ev nirxandin tê kirin: "Delîlên ku di nav amûrên bersûc de hatine dîtin, dema tên lêkolînikirin, wêne, kesê bi fikar Erdogan Alayumat, agahiyên leşkerî ên li ser sînor berhv kirine, bi vê yekê qadên leşkerî teşhîr kiriye û ev agahî ji saziya bi navê DÎ-HA haber (dîhaber) a bi KHK'ê hat girtin, ji rêxistina PKK/KCK-PYD/YPG'ê re şandiye." Sûcdariyên der barê rojnamegeran de bi van re ne sînor in, her wiha nûçeyên ku rojnamegeran der barê ocaxên kevir de çêkirine, di çarçoveya sûcê rêxistinê de tê qebûlkirin. Dîsa wêneya ku Alayumat bi malbata Ayşe Demîz Karacagîl re kişandiye jî sûc hat dîtin, hemû nivîsên di alavên dijîtalî de hatin dîtin kir delîla sûc.   MA / Hamdullah Kesen