Li Çinarê operasyona eskerî 2019-07-31 16:41:13   AMED - Li gundê Barê yê Çinarê operasyona eskerî pêk hat. Tê angaştkirin ku di vê operasyonê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî hatine binçavkirin.    Ji duh saetên êvarê ve li gundê Barê yê navçeya Çinarê ya Amedê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Tê angaştkirin ku duh saet derdora 23.00'yên şevê li qadeke bi qasî 2 kîlometreyan dûrî gund dengê çekan hatiye û piştî vê yekê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku di kêliya operasyon berdewam kiriye de welatiyên bi navê Mehmet Rûhî Bakir (27) û Şemsettîn Sûnyar (45) ku çûne cem makîneyên sondajê yên qada operasyonê û welatiyên bi navê Halîl Deger (40) û Ekrem Deger (28) ên ji gundê Kela Zêrzewanê ji hêla leşkeran ve hatine binçavkirin.    'EM AGAHÎ NAGIRIN'    Mehmet Kerbela Bakir (40) ku brayê wî M. Rûhî Bakir hatiye binçavkirin têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku bi brayê wî M. Rûhî Bakir û xizmê wî Şemsettîn Sûnyar ku hatine binçavkirin re bi giştî 4 kes li Fermandariya Cendirmeyan a Çinarê tên girtin. Bakir da zanîn ku ji ber biryara nepeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Çinarê nikarin agahî bi dest bixin û wiha got: "Li gorî ragihandinên şahidan brayê min birîndar e. Li fermandariyê destûr nedan ku ez bi birayê xwe re hevdîtin pêk bînim û têkildarî rewşê agahî bi min re parve nekirin."