‘Li dijî sînor û cudakariyê em cîhana azad û wekhev dixwazin' 2019-07-31 16:05:43   STENBOL - Aktîvîstên kampanya "Em hemû koçber in, ji nijadperestiyê re na' li dijî koçberiyê û dersînorkirinê, daxuyanî dan û gotin: "Li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, bicihbûna penaberan a li welatekî mafên mirovan e. Em li dijî sînor û çûdakariya navneteweyî, cîhanek wehev, azad û mirovî dixwazin."    Aktîvîstên kampanya "Em hemû koçber in, ji nijadperestiyê re na' li dijî koçberiyê û dersînorkirinê, li Otela Taksim Hill Otelê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de aktîvîsên penaberan, Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Dîroktorê Navenda Hafızayê Murat Çelikkan û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de Prz. Gulden Sonmez, anî ziman ku penaberî ne rewşek hêsan e û wiha got: "Bi sedan mirov ji tacîz, tecawiz û îşkenceyê reviyan û hatin Tirkiyeyê. Penaberên reviyan û hatin li Tirkiye bi cih bûn, li vir rastî zextênk pir dijwar tên. Di demên dawî de penaber rastî êrîşên nijadperest û cudakariyê tên. Bi vê civînê me xwest balê bikişînin ser tundiya li ser koçberan. Ev polîtîkayên tundiyê, polîtîkayek hevpar a dewletan e. "    Aktîvîsa penaberan Yildiz Onen piştre daxuyanî xwend û wiha got: "Waliyê Stenbolê ji bo Sûriyeyiyan heta 20'ê tebaxê xwest ku bajarê Stenbolê terk bikin. Penaberên ku destê wan kelepçe dikin û wan li otobusan suyar dikin û dişînin navendê paşve vegerandinê, tî û birçî tên hiştin. Ev dimen hemû mirovan perîşan dike. Piştî bertekên civakê Amjad Tablieh dîsa şandin Tirkiyeyê. Wezîrê Karên Hundir li ser bertekan got 'em kesî-ê naşînin dervê Tirkiyeyê.    ‘MAFÊ SITARÊ MAFEKÎ MIROVÎ YE'   Onen, anî ziman ku Tirkiye ji aşityê pir dûr e û wiha lê zêde kir: "Li Idlibê ji ber şerê heyî di salek dawî de 550 hezar mirov koç kirin. Tirkiye dem bi dem Sûriyeyiyan dikin hedef. Penaberên Sûriyeyî neçar dihêle ku wan li Sûiriye vegerîne û bişîne nava herêmên şer. Li gorî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî mafê star û parastinê mafê gerdûnî ye. Divê her kes li dijî êrîşan biparêze. Koçberên koçî Tirkiye kirine ji bo Tirkiye ne litûfek e. Ev mafê wan ê gerdûnî ye. Em li dijî sînor û çûdakariya navneteweyî, cîhanek wehev, azad û mirovî dixwazin."    Aktîvîstê Ji Nijadperestiyê re Na Şenol Karakaş jî anî ziman ku AKP fatûra têkçûna 31'ê Adarê û 23'e Hezîranê di serê koçberan re derdixe û wiha got: “Penaber 10 rojên dawî piştî vê hewldanê newêrin ji malên xwe derkevin. Niha çawa pêdiviyên xwe temîn dikin em nizanin. Ji ber vê yekê divê bi lez çareserî ji vê yekê re bê dîtin.      Li ser  navê Komeleya Hemwelatiyan Melek Ulagay jî anî ziman ku li gorî peymana salên 1990'an a Helsinki Nihai Senedi, ji bo li Ewropa û hemû welatên cîhanê mafên mirovan biparêze hatiye avakirin. Cîhan rastî 2 şerên cihanê hat. Di van şeran de mirov rastî koçberiyê hatin. Ez bang li saziyên dewletê dikim. Divê rê li pêşiya kesên di Botan de difetisin bigire."    Endamê Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî Prz. Îbrahim Ergin, anî ziman ku ji bo mafê penaberan biparêzin xebatê dikin û wiha got: “Ji sala 2012'an heta niha em li qadê lêkolîn dikin. Ji ber vê yekê em bûn şahidê hemû geşedan û êşan. Bi taybetî di sala 2014'an de piştî êrîşên DAIŞ'ê teviyan Tirkiye. Tenê li Stenbolê 100 hezar sûriyeyî belge stendine.      ‘RÊYA PÊ ŞOPANDIN WÊ PÊŞEROJA TIRKIYE DIYAR BIKE'    Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser gefên Tirkiye û wiha got: "Dibêjin 'emê derî li Ewropa vekin. Ev dibe gotina nifrînê. Ger ku Tirkiye Sûriye ji bo xwe wekî pirsgirêka beka bibîne ev dibe pirsgirêk."