Rûniştina doza mamosteyê ku ji îstîsmarkirina 6 xwendekaran tê darizandin hat dîtin 2019-07-31 15:06:32   MERSÎN - Li Mersînê malbatên xwendekarên dibistanê seretayî ku ji hêla mamosteyê xwe H.T. ve hatibûn îstîsmaskirin, di rûniştina dozê de xwestin ku mamoste bê cezakirin.    Li Mersînê rûniştina yekemîn a doza mamoste H.T. ku 6 xwendekarên xwe yên dibistana seretayî îstîsmar kiribû û ji ber vê yekê hatibû girtin, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Girana Mersînê hat dîtin. Di rûniştina ku mamosteyê bersûc H.T. lê amadebû de, xwendekarên hatibûn îstîsmarkirin bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bûn. Her wiha malbat û parêzerên xwendekaran jî tevlî rûniştinê bûn.     Di rûniştinê de bersûç H.T. îstîsmara ku li xwendekarên xwe kiribû red kir û daxwaza tehliyebûna xwe kir. Piştî vê yekê bi beralîkirina dozger re pedagog ji xwendekaran xwest ku tiştên ku bersûç H.T. aniye serê wan û çi hîs dikin bi hûrgilî vebêjin. Dadger jî timik ji pedagog xwest ku ji xwendekaran bipirse ku dema bûyerê çi hîs kirine.     DAYIK JI EYWANÊ HAT DERXISTIN   Piştî ragihandinên zarokan malbatên wan axivîn. Malbatan diyar kir ku zarokên wan hatine îstîsmarkirin û ji ber vê yekê ji bersûc H.T. gilîker in. Dayikek ji ber ku bi ser bersûc H.T. ve qîriya û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin, parêzere bersûc daxwaz kir ku rûniştin bi girtî bidome. Li ser vê yekê dayik ji eywana dadgehê hat derxistin.    DAXWAZA TEVLÎBÛNA BAROYÊ HAT REDKIRIN   Heyeta dadgehê li gel ku daxwaza girtî berdewamkirina rûniştinê û tevlîbûna gazindker, mexdûr û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê qebûl kir jî daxwaza tevlîbûna dozê ya Baroya Mersînê red kir.    Doza taloqî 22'ê Cotmehê hat kirin.