Parêzerê Erkan Irmak: Dozger der barê windayan de lêpirsîn nake 2019-07-31 14:37:46   ENQERE - Parêzerê Erkan Irmak ê ji 4 kesên ku 6 meh berê hatin revandin û piştre li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê derketin holê, Prz. Emîr Seydî Kaya, diyar kir dema wî pirsa "Der barê mijarê de lêkolîna we heye?" pirsî dozger jî got 'Ev kesana şevê din hatine binçavkirin. Beriya wê min eleqeder nake'. Dozger heyeta hekîmên serbixwe jî red kir.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV),  Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) û Înîsiyatifa Maf, têkildarî 4 kesên ku 6 meh berê hatin revandin 2 roj berê li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê derketin holê civîna çapemeniyê li dar xistin. Saziyan têkildarî rewşa Yasîn Ugan, Erkan Irmak, Salim Zeybek û Ozgur Kaya daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li Navenda Giştî ya ÎHD'ê dan. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan,  Endamê Navendî yê ÎHD û akademîsyen Kerem Altiparmak, Hevserokê Rêveberiya Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Dr. Vedat Bulut, malbata windayan Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen û parêzerên wan amade bûn. Li ser navê hemû saziyan Hevserokê Giştî ê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî xwand. Ozturk, anî ziman ku dema îdîayên Îşkence û binpêkirina mafan hebe, erka sereke ya dewletê vê îdîayê lêkolîn bikin û ronî bikin û divê bersûcan derxin holê.    DI NAVA DEWLETÊ DE RÊXISTINEK TAYBET HEYE'    Turkdogan, anî ziman ku li Tirkiye dixwazin windayinên nû zêde bikin û wiha got: "Bi vê bûyerê tiştek tê hişê me. Hêz û rêxistinek taybet di nava dewletê de heye. Ev hêz û rêxistina taybet mirovan direvînğe û kes dengê xwe ji vê hêzê re nake. Divê Tirkiye vê hêz û rêxistina taybet ya di nava xwe de belav bike. Bila kes nebêje 'Me di kontrola GBT'ê de ew dîtin' Ger ku Tirkiye welatê zagonan be, divê li van zagonên xwe guhdar bike. Em aqûbeta 4 kesan fêr bûn. Lê hêj aqûbeta Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen ne diyar e. Em dixwazin du kesên din jî bi saxî bên dîtin û teslîmî malbatên wan bên kirin. Em dipên ku Serdozgerê Komare yê Enqereyê lêpirsînek bi bandor bimeşîne. Li gorî agahiya malbatê di 28'ê Tîrmeha 2019’an de polîs li malbatê geriya ne û diyar kirine ku Salim Zeybek, Erkan Irmak, Yasîn Ugan û Ozgur Kaya di lêgerîna rûtin ya GBT'ê de binçav kirine. Divê çawa hatine revandin, ji aliyê kêve hatine revandin, rastî pêkanînên çawa hatine berpirsiyarê vê yekê kîye lêpirsînek kûr bê meşandin."    2 WINDAYÊN DIN LI HOLÊ TUNE   Turkdogan da zanîn ku ji Sibatê heta niha Mustafa Yılmaz û Gokhan Türkmen ên hatin revandin hêj nehatine dîtin û wiha lê zêde kir: "Der barê van 2 windayan de heta niha agaî hedane malbatnê. Ev 2 kes hêj li ku ne û çi dikin rewşa wan çiye nayê zanîn. Divê aqûbeta wan bê ronîkirin."    Hevjîna Mustafa Yilmaz ê winda Sumeyye Yilmaz jî anî ziman ku hevjînê wê 163 rojin winda ye û agahî nastîne û wiha got: "Niha hevjînê min dijî ya na ez ne xwedî agahî me. Ez wek kesek ku miriya dijîm e. Ez nikarim hêrs û êxwa pe parve bikim. Em çima ji man mirovan agahi nastînin. Emê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin."    DOZGER HERÎMÊ SERBIXWE RED KIR   Parêzerê Erkan Irmak Prz. Emir Seydi Kaya jî axivî û wiha got: "Dema min pirsa "Der barê mijarê de lêkolîna we heye?" pirsî, dozger jî got 'Ev kesana şevê din hatine binçavkirin. Beriya wê min eleqeder nake'. Dozger heyeta hekîmên serbixwe jî red kir.