ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-24 09:00:34 * Parêzeran diyar kir ku di ser serdana CPT’yê ya bi Rêberê PKK’ê Abddûllah Ocalan re pêk aniye de sal û 6 meh derbas bûne lê hêj tu daxuyanî nehatine dayîn. Parêzeran da zanîn ku CPT sûc dike û wiha gotin: "Divê li dijî vê sersariya wê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin."   * Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez ku di dema qedexeya derketina der ve de li Silopiyayê bû, ji bo bersiva emniyetê ku gotibû “6 roj şûnde hayê me ji Taybet çê bû” wiha got: “Piştî bûyerê demildest em gelek caran li 112 û 155’an geriyan. Min Wezareta Karên Hundir agahdar kir. Ji ber guleyên dihatin reşandin ambulans vegeriya.”      * Wezîrê Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay ku ji AKP'ê îstîfa kir, der barê rewşa karsaz Reza Zarrab ê li DYA tê darizandin de diyar kir ku geşedanên der barê wî de li Tirkiyeyê bi awayekî aşkere hin derdoran bêzar dike. Gunay, têkildarî tevkariya MHP-AKP’ê jî anî ziman ku ev tevkarî li dijî HDP'ê û siyaseta demokratîk hatiye avakirin.    * Dozger der barê nûçegîhanên dîhaberê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat û Nurî Akman de îdianame amade kir. Dozger ji Alayumat û Akman heta 90 sal ceza xwest.    * Girtî Metîn Denîz yê ji sedî 100 asteng e nayê berdan. Girtî Denîz, tevî astengiya xwe ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Ewlehiya wê Bilind a Xarpêtê kirin.    * Jinên li Stenbolê, fêrî lêkdana sporê ya Muay Thaî dibin û li dijî tundiya zilam parastina xwe çewherî pêş dixin.     * Li Erziromê 179 kaniyên dîrokî yên di dema Osmaniyan de hatine avakirin gelek jê hatine restorekirin. Lê kaniyên li cihê bi piranî kurd lê dijîn li ber hilweşandinê ne.    * Wê di serdema nû de akademîsyenên hatine îxrackirina li Akademiya Gençê (GEMÎ) ku ji aliyê xwendekaran ve hat avakirin bi xwendekarên xwe re werin gel hev. Xwendekaran GEMÎ’yê şiband keştiya Nûh û wiha gotin: “Tirkiye di nav tofanekê de ye. Wê kesên di GEMÎ’yê de ji tofanê xelas bibin.”    * Li Qersê, berê li “Pazara Qazan” rê û rêwanî tune bû. Lê îsal ji ber nexweşînên sewalên ji derve anîn bazarê, nexweşî belav bû û bazar li ber girtinê ye. Firoşkarên qazan anî ziman ku ew bi serdemeke xerab re rû bi rû ne.    * Lîstika şanoyê ya bi navê "Trom" li Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşandan. Lîstika ji metna nivîskarê fransî Roland Topor hatiye wergirtin, trajediya penaberan radixe ber çavan.   *  Ji ber her roj sotemenî tê zamkirin li Erziromê cotkar û sewalkar li ber îflasê ne. Ji ber zema zêdeş hin kes nikarin erdên xwe biajon û hin kes jî nikarin kayê ji sewalên xwe re bibînin.    * Doza kujer û tecawizkarê pitika 38 rojî dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. (10.00)   * Doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku 35'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê vekiribû dê li 47'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (10.00/14.00)    * Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak, dê têkildarî serlêdana tekakesî ya AYM û DMME'ê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê semînerê pêk bîne. (10.00-15.00)   * Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Meclîsên Jinan ên HDP'ê yên Riha û Îzmirê dê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li Kadikoy û Şîşliyê jî dê meş bê lidarxistin. (11.00/12.00/13.00/ 19.00/20.00)    * Baroya Amedê tê têkildarî kuştina Tahîr Elçî di hefteya 102'an de li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê berdewam bike. (13.30)   * Çalakiya Koyana Yukselê ya Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 381'an de berdewam bike. (13.30/18.00)