YNK di diyarkirina helwestê de zehmetiyan dikişîne, biryargehên xwe veguhezand cihên bi ewle 2019-07-31 12:47:39 NAVENDA NÛÇEYAN – YNK ji bo polîtîkaya xwe ya derbarê têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê de û polîtîkaya DYA’yê ya derbarê Îranê de diyar bike zehmetiyan dikişîne. YNK a ji van geşedanan bi qilqale hat ragihandin ku navendên xwe ya Zanyarî ya biryargeh û rêxistina îstîxbaratê ye bar kiriye herêmên bi ewle. Têkiliyên Partiya Demkorat a Kurdistanê (PDK) û Tirkiyeyê yên di demên dawî de li pêş xistiye û polîtîkaya DYA’yê ya derbarê Îranê de Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) zehmetiyên helwesta xwe zelal bike dikişîne. Hat zanîn ku YNK ji bo vê yekê bi rayedarên xwe yên payebilind re her roj civînan li dar dixe.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, YNK ji geşedanên li herêmê bi qilqal in. Hat ragihandin ku YNK’ê di 20’ê hezîranê de Biryargeha 70’emîn ya Pêşmergeyan a di navbera navçeya Ranya ya Silêmaniyê û mintîqa Tasluca bar kiriye biriye bakurê Silmêmaniyê herêma Qaradaxê.    Hat ragihandin ku navenda îstîxbarata YNK’ê ya bi navê Zanyarî jî veguheztine herêmek bi ewle. Çavkaniyên di nava YNK’ê de diyar kirin ku belgeyên nepen û arşîvên aîdî YNK’ê hildane cihên bi ewle.    Çavkanî ragihand ku YNK ji ber têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê bi qilqal e ku êrîşek hevpar bê kirin. Hat zanîn ku Şalaw Elî yê rêveberê berê yê YNK’ê di nava hesabê xurtkirina eskerî de ye û ev yek rê li ber aciziya navxweyî ya partiyê vekiriye.    Her wiha tê gotin ku YNK ji bo polîtîkaya DYA’yê ya derbarê Îranê de bi qilqal e û ji bo niyeta xwe zelal bike zehmetiyan dikişîne.    MA / Erdogan Altan