Angaşta ‘PDK û MÎT’ê 4 navendên xebata hevpar ava kirine’ 2019-07-31 12:09:07 NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyek nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê PDK’ê û MÎT’ê bi hev re 4 navendên xebatê yên hevpar ava kirine û bi kordîneyî dixebitin. Operasyon û êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ya li dijî qadên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Hat ragihandin ku ji bo operasyon li qadek berfirehtir bê birêvebirin li herêma Zaxo, Dihok, Amediyê û Bradostê, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Teşkîlata Îstîxbarata Millî ya Tirk (MÎT)  ve 4 navendên xebata hevpar ava kirine. Çavkaniyek nexweşst navê xwe eşkere bike da zanîn ku hemû yekîneyên girêdayî MÎT’ê bi PDK’ê re kordîne dixebitin û li van navendan planên sîxûriyê, kifşê û êrîşan tên amadekirin.    Çavkanî destnîşan kir ku yek ji van navendan li Çiyayê Pierfatê ya di navbera Barzan Balekayetî de ye û kifş û gelek xebatên eskerî li vir tên birêvebirin. Çavkanî diyar kir ku li navenda duyemîn a di navbera Zaxo û Dihokê de ku di têketina tunelê de ye jî xelkê dike sîxûr û bi armanca tespîtkirina cihê PKK’iyan xebatan birêve dibe.    Li navendek din a li Şeranişteya Zaxoyê hatiye avakirin jî tê xwestin gel li dijî PKK’ê rabe ser peya.    MA / Erdogan Altan