Li Dersimê qeza: Ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-07-31 10:37:50   DERSIM - Li navçeya Pêrtagê qezeyeke trafîqê pêk hat û ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.   Duh di saetên êvarê de li xaçerêya derketina rêya havirdorê ya taxa Îstîklalê ya navçeya Pêrtag a Dersimê qezaya trafîqê pêk hat. Wesayîta ku ji hêla Ahmet Baysal ve dihat ajotin li wesayîta ku ji hêla Şaît Şîrîn ve dihat ajotin qelibî. Di qezayê de Husniye Baysal li cihê bûyerê û Ahmet Baysal û zarokê wan Eren Baysal li nexweşxaneyeke Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan.    2 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê tedawiya wan tê kirin.