Ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe lêpirsîn lê hat vekirin 2019-07-31 10:26:42 ŞIRNEX - Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç ji ber ku çû serdana goristana hevjînê xwe Orhan Tûnç û tiyê xwe Mehmet Tûn ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn, bi hinceta ku "Peznê sûc û sûcdar daye" derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber ku berî cejnê di 3'ê Hezîranê de çûne serdana goristanê, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Cizîrê Selahattîn Kolanç jî di nav de derbarê gelek rêveber û endamên HDP û DBP'ê de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku bi angaşta "Peznê sûc û sûcdar daye" hat destpêkirin de Miduriyeta Polisan a Cizîrê bangî hevserok Tûnç û Kolanç kiriye û îfadeyê wan girtiye. Di îfadegirtinê de polisan wêneyên gelek rêveber û endamên HDP û DBP'ê nîşanî Tûnç û Kolanç dane û pirsa ku bi çi armancê çûne serdana goristanê ji wan pirsîne.   TÛNÇ: SERDANA GORISTANÊ JÎ TEMÛL NAKIN   Guler Tûnç têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku kesên ku serdana goristana wan kirine hevjînê Orhan Tûnç û tiyê Mehmet Tûnç jî di nav de hemû kes dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Wê demê nehiştin weke em dixwazin wan defîn bikin. Her ji me re astengiyan derxistin û destûr nedan ku em peywirên olî jî bi cih bînin. Niha jî kevnoşopiya gelê me ya serdana goristanan tehmûl nakin. Ev rewş nîşan dide ku çiqas bi dijminahî nêzî nirx û kevnoşopiya gelê me dibin." Tûnç di berdawamê de jî got ku ew wek siyasetmedar û nûnerê gel serdana goristanan kiriye û ji ber serdana xwe nepoşman e û dê dîsa biçime serdanê.