Akademîsyenê Aştiyê Altinel tehliye bû 2019-07-30 17:28:55   BALIKESÎR – Akademîsyen Doç. Dr. Tûna Altinel ku danezana aştiyê îmze kiribû, di rûniştina yekemîn a doza ku jê dihat darizandin de hat tehliyekirin.     Akademîsyen Doç. Dr. Tûna Altinel ji ber ku di konferanseke li Fransayê de axaftina parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz a têkildarî jêrzemînên Cizîrê wergerandibû fransî, bi binasiya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Ji meha sibatê ve Altinel ji ber vê dozê girtî bû. Altinel di rûniştina yekemîn a vê dozê ku li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Balikesîr hat dîtin de hat tehliyekirin.