Li Heskîfê mudaxile û binçav kirin 2019-07-30 15:34:12 ÊLIH - Polîs û leşkeran mudaxileyî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên xwestin li Heskîfê çalakî li dar bixin kirin û 10 kes bi lêdanê binçavkirin.   Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê û Koordînasyona Heskîfê ya Amedê bi piştgiriya Meclîsa Endamên Koordînasyonan pêk tên, derketin geşta cihên dîrokî yên Heskîfê. Başaran û yên pê re ku derketin herêmên dîrokî, polîs û leşkeran derdora wan girtin.     Koma ku ji herêma dîrokî hat navenda navçeyê, dirûşmeya “Heskîf dîroke xwedî dîroka xwe derkeve” berz kirin. Leşker û  polîsan liser vê yekê gotin berzkirina dirûşmeyan qedexeye û mudaxiliyî komê kirin. Polîsan herî kêm 10 kes bi lêdanê binçavkirin.