‘Li girtîgehan kontrolek bi bandor a îdarî û darazê nîne’ 2019-07-30 14:42:54   ENQERE – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê rapora 3 mehan a binpêkirina mafan ên li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn parve kir û diyar kir ku ji bo qewimandinên li gelek girtîgehên pêk tên kontrolek bi bandor a îdarî û darazê nîne.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê “Rapora Binpêkirin Mafan a Meha Nîsan, Gulan û Hezîranê yên Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” li avahiya şaxa xwe bi civîna çapemeniyê daxuyand. Rapor ji girtîgehên Tîpa E ya Amasya, Tîpa F a Bolu, Tîpa L a Çorumê, Tîpa T a Dînar, Tîpa H a Eskîşehîrê, Tîpa F a Kirikkale, Girtîgeha Jinan a Sîncanê pêk tê ji aliyê Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen xwend.    Çevîrmen binpêkirinên li van girtîgehan yek bi yek eşkere kir.    ‘KONTROLA PÊKANÎNÊN KEFÎ TINE’    Çevîrmen di beşa raporê ya encam û pêşniyarê de wiha got: “Heyet û saziya me tespît kiriye ku rêveberiya girtîgehan û daraz ji bo rejîma girtîgehê, şertên fîzîkî û muameleyên tên kirin kontrola darazê û îdarî pêk nayê. Divê dawî li îşkence û êrîşên zaliman e. Divê kontrol li gorî peymanan bê kirin. Em ji bo hemû binpêkirinên mafan bên rakirin bang li Wezareta Dadê û hemû saziyên girêdayî wê dikin ku wezîfeya xwe bînin cih.”