Temellî: Bi polîtîkayên şaş Tirkiyeyê xizan dikin n 2019-07-30 11:54:38 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Amedê bi nûnerên rêxistinên kardêr re di “Cîvana Nirxandina Aboriyê” hatin gelhev de, diyar kir ku polîtîkayên aboriyê yên şaş Tirkiyeyê xizan dike.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li Amedê bi nûnerên rêxistinên kardêr re di “Civiîan Nirxandina Aboriyê” de lihev kom bûn. Civîn l otelek Amedê hat lidarxistin. Hevserokê giştî Temellî, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Holya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan, Serokê Odeya Bazirgahî û Sanayî yê Amedê Mehmet Kaya, Serokê Meclîsa  DTOS Celalettîn Bîrtane û  gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Serokê DTSO Mehmet Kaya axaftina vekirinê ya civînê kir û got: “Divê li herêmê aqlek hevpar dinavbera civaka sîvîl û siyasete de pêş bikeve û ev yek girînge. Di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de rol û  rista HDP’ê pir girînge.”   ‘HÊZA AQLÊ HEVPAR’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî, diyar kir ku ji bo Amed û herêmê xebatên DTSO û yên wan hene û ji bo van xebatan jî hêzek mezin hatiye avakirin. Temellî, da zanîn ku pir girînge ku hêza aqlê hevpar derbikev holê û got: “Weke HDP’ê me di 31’ê Adarê de, hêza aqlê hevpar çawan dibe, nîşan da.”   ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Temellî, anî ziman ku heya li Tirkiyeyê demokrasî pêş nekeve, wê tu pirsgirêk çareser nebin û wiha axivî: “Me jî bang vê tifaqa demokrasiyê kir. Bersivên erênî ji bo banga me hat dayîn. Di pirsgirêka Kurd de israr kirin, wê tu  pêşketinan bi xwe re neyîne. Êdî pirsgirêka Kurd ne ew pirsgirêke ku desthilatdar karibe çareser bike. Pirsgirêka Kurd dê  bi beşên civakê bê çareser kirin.”   ‘DIVÊ HEMÛ KES RAMANÊN XWE DIYAR BIKIN’   Temelli, dest nîşan kir ku wan dest bi xebatek nû ya Qanûna Bingehîn kirine û wiha bilêv kir: “Qanûna Bingehî hevpeyama civakiye. Emê Qanûna Bingehîn a Nû ji hemû kesan re vebêjin. Divê hemû kes ramanên xwe diyar bikin.”    POLÎTÎKAYÊN ABORIYÊ   Temellî, daxuya kirin ku reforma darazê yek ji sernavên qanûna bingehîn a herî girînge û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê, êdî gelek pirsgir3ek kronîk bûne. Li girtîgehan nêzî 5 hezar HDP’î hene. Dîsa rojnameger û akademisyen hene. Mirov ji cih û warên xwe hatin kirin. Niha nêzî 500 hezar mirov bi şertê kontrolê re li derve dijîn. Di vê mijarê de rolên girîng dikevin ser milê civaka sivîl. Me li Meclîs ev anîn ziman. Lê Meclîs dibin kontrolê deye. Polîtîkayên aborî yên şaş, Tirkiyeyê xizan dike. Pirsgirêka aboriyê, di heman demê de pirsgirêka aboriyê ye.”   Civîn bi axaftinên nûnerên rêxistinên kardêran dewa dike.