Hejmara nû ya Kovara Demokratîk Modernîteyê derket 2019-07-30 11:37:01   STENBOL - Kovara bîrdozî û fikrê Demokratîk Modernîte, bi hejmara xwe ya nû, sernavê "Serdema Rastiya Post (Post Gerçek Çağ)" ji nîqaşê re vekir. Kovar li refan cihê xwe girt.    Hejmara nû ya kovara bîrdozî û fikrê Kovara Demokratîk Modernîteyê derket. Hejmara 28'emîn a kovarê ku mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê dihewîne, li pirtûkfiroşên mîna Lîlav, Mepîsto, Kirmizi Kedî, Îmge û hemû pirtûkfiroşên sereke cihê xwe girt. Di vê hejmarê de sernavê "Serdema Rastiya Post (Post Gerçek Çağ)" ji nîqaşê re tê vekirin.